Civîna Kabineya Serokomariyê

"Herêmên ku di çarçoveya mitabeqetên Soçî û Astanayê de weke herêmên bêpevçûn hatin cîgirkirin, sînorên ku ji bo me esas in ew in."

Civîna Kabineya Serokomariyê

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin got, "Herêmên ku di çarçoveya mitabeqetên Soçî û Astanayê de weke herêmên bêpevçûn hatin cîgirkirin, sînorên ku ji bo me esas in ew in. Nabê bê guhertin."

Kalin dema Civîna Kabineya Serokomariyê ya ku bi serektiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dihat lidarxistin, daxuyanî dan.

Kalin ji bo Idlibê got, "Herêmên ku di çarçoveya mitabeqetên Soçî û Astanayê de weke herêmên bêpevçûn hatin cîgirkirin, sînorên ku ji bo me esas in ew in. Nabê bê guhertin. Xebatên me yên ji bo rênedana herîkîneke nû ya penaberan ji bo di cihên xwe de bimînin, dê ji aliyê AFAD, Heyva Sor û saziyên civakî yên sivîl ên din, bideome."

Berdevk Kalin herwiha got, "Dibe ku di nava meha adarê de civîneke pêvajoya Astanayê bê lidarxistin. Xebat bo vê tê kirin."

Kalin bal kişand ser konferansa li Parlementoya Ewropayê (PE) ya bi beşdariya rêveberên PKK, YPG/PYDê ya qaşo ya ji bo Kurdan û got, "Yên ku îdia dikin dixwazin Kurdan biparêzin, rê nîşanî wan bidin, jibilî ku Kurdan ji bo dîzaynên xwe yên herêmî bikin payende, ti niyeteke wan tune ye."

Berdevkê Serokomariyê Kalin derbarê avakirina komîsyoneke hevbeş ji bo F35an got, "Di hevdîtinên ku me kirin de mixabin heta îro me ti encamek nesitend.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE