Civîna kabîneya serokomariyê

Piştî civînê Berdevkê Serokkomariyê İbrahim Kalin derket pêşberî kamerayan...

Civîna kabîneya serokomariyê

Civîna kabîneya serokomariyê ya ku bi serokatiya Serok Recep Tayyip Erdoğan hat lidarxistin, xilas bû. piştî civînê berdevkê serokkomariyê ibrahim kalin derket pêşberî kamerayan û bersiv dan pirsên rojnamegeran.

Civîna li Kulliyeya Serokomariyê 3 saet û 40 deqîqe dewam kir.

Piştî civînê Berdevkê Serokkomariyê Îbrahim Kalin derket pêşberî kamerayan.

Kalin got, "Taktîka mijûlkirinê bû pirsgirêkeke ku mezin dibe. Divê nexşerêya Minbîcê demildest bê tetbîqkirin."

"Emê pêngavên ku dê ewlehiya me ya neteweyî bixe bin xerentiyê dê biavêjin."

Kalin got, "Em li saheya Sûriyeyê dijî hêmanên rêxistina terorê her pêngavên ku dê ewlehiya me ya neteweyî bixe bin xerentiyê dê biavêjin."

Kalin derbarê kesên ji ber temenê xwe nikarin teqawîd bibin got, "Ev mijar di rojeva kabîneyê de tune. Nirxandina wê li Parlementoyê tê kirin."

Kalin ji bo îdiayên der barê McKinsey de jî wiha axivî, "Yekîneyên eleqedar aboriya Komara Tirkiyeyê bi rê ve dibin. Tu aliyekî girêder ê xizmeta şêwirmendiyê tune."

Dîroka nûkirinê: 04 Cotmeh 2018, 09:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE