Civîna li Moskovayê dest pê kir

Çavuşoglu, Akar, Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin li Moskovayê li Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi hevtayên xwe yên Rûs ra civiyan.

Civîna li Moskovayê dest pê kir

Civîna li ser geşedanên li Sûriyeyê di navbera Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu da dest pê kir.

Çavuşoglu, Akar, Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin li Moskovayê li Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi hevtayên xwe yên Rûs ra civiyan.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu beriya civînê axivî û destnîşan kir di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê da li ser Sûriyeyê di formata Astanayê da hevkarî tê kirin.

Çavuşoglu destnîşan kir ji bona geşedanên dawîn yên li Sûriyeyê binirxînin hatine Rûsyayê û got em ê rewşê bi şirîkên xwe yên Rûs ra binirxînin.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu jî wiha axivî: "Ji xeynî Îdlibê em ê pêkanîna peymana li Stenbolê hat kirin binirxînin. Wek mayîn em ê li ser vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyeyê û geşedanên dawîn yên li rojhilatê Feratê biaxivin."

Di civînê da ji xeynî Şoygu û Lavrov wê Sererkanê Rûsyayê Orgeneral Valery Gerasîmov û Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê Vladîmîr Putîne Serokê Dewleta Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev jî amade be.

Tê texmînkirin di civînê da operasyonên eskerî yên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê dijî rêxistinên terorê jî bên nirxandin.AA

Dîroka nûkirinê: 29 Kanûn 2018, 16:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE