Civîna Lijneya Ewlekariyê

Piştî Civîna Lijneya Ewlekariyê ya ku li Kulliyeya Serokomariyê hat lidarxistin, danezan hat belavkirin.

Civîna Lijneya Ewlekariyê

Di danezana ku piştî Civîna Lijneya Ewlekariyê (MGK) de hat belavkirin, êrîşa terorê ya li New Zealandê ya ku mirovên bêguneh tenê ji bo baweriyên xwe tê de bi xwînxarî hatin kuştin, bi tundî hat şermezarkirin û wiha hat gotin, "Bûyera ku qewimî bi hemî rehendên wê hat şêwirîn, dê biryardarî li dijî wê bisekinin û ji bo deşîfrekirina endamên takekesî û organîze ya zêhniyeta nijadperest a dije îslam ku hat fêmkirin dijminatiya Tirkan jî di xwe de digire, xebat bê dayin."

Piştî Civîna Lijneya Ewlekariyê ya ku li Kulliyeya Serokomariyê hat lidarxistin, danezan hat belavkirin.

Di danezanê de hat gotin ku "Tedbîrên ku saziyên rayedar ji bo ku hilbijartinên 31ê adarê di nava aramî û asayişê de bên kirin, hatin sitendin hatin reçavkirin."

Di danezanê de "Tekezî li wê yekê hat kirin Tirkiye dê têkoşîna xwe ya dijî rêxistinên terorê, herwekî ku di rabirdûyê de dikir, bi heman biryardariyê dê bidomîne.

Têkezî li wê yekê jî hat kirin ku dê ti carî îznê nedin korîdora terorê ya ku tê xwestin li seranserê sînorên başûr (ên Tirkiyeyê) bê pêkanîn.

Hat îfadekirin ku heta Minbic û rojihilatê Feratê ji rêxistinên terorê neyên paqijkirin, li wê herêmê pêkanîna îstiqrarê û sekinandina tevgera koçê dê mumkun nebe."

Di danezanê de êrîşa terorê ya li New Zealandê ya ku mirovên bêguneh tenê ji bo baweriyên xwe tê de bi xwînxarî hatin kuştin, bi tundî hat şermezarkirin û wiha hat gotin, "Bûyera ku qewimî bi hemî rehendên wê hat şêwirîn, dê biryardarî li dijî wê bisekinin û ji bo deşîfrekirina endamên takekesî û organîze ya zêhniyeta nijadperest a dije îslam ku hat fêmkirin dijminatiya Tirkan jî di xwe de digire, xebat bê dayin.

Hişyariya wê yekê hat dayin ku çavpoşiya li dijî dijminatiya Îslam û Misulmanan a bi sedemên curbicur ku roj bi roj dibe şidet û teror, dê ji bo êrîşên weke wan zemînê çêke."AA

Dîroka nûkirinê: 21 Adar 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE