Civîna Lijneya Navendî ya AK Partiyê

Çelik dema li navenda giştî ya partiyê civîna Lijneya Navendî ya AK Partiyê berdewam bû di civîna çapemeniyê de nirxandin kirin.

Civîna Lijneya Navendî ya AK Partiyê

 Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik got, "YE ji bo ku çaksazî nayên kirin êdî cazîbeya xwe wenda dike û bi xetereyên weke belavbûnê rû bi rû dimîne."

Çelik dema li navenda giştî ya partiyê civîna Lijneya Navendî ya AK Partiyê berdewam bû di civîna çapemeniyê de nirxandin kirin.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik di daxuyaniya derbarê rojeva MYKê de got, "(Li Idlibê) Heke guh nedin hişyardariyên Turkiyeyê, em di warê xetereya koçekê ku hemî Ewropayê bixe bin bandora xwe de ji bo hemî aliyan bang dikin." 

Çelik herwiha got, "Êdî yên ku çaksaziyê nekin, qeyranan neguhêzin bo firsendan, di warê parastina yekîtiyê de ya YEyê de dijwariyên mezin di holê de ne. YE ji bo ku çaksazî nayên kirin êdî cazîbeya xwe wenda dike û bi xetereyên weke belavbûnê rû bi rû dimîne."

Plana qaşo Aşitiyê ya Rojhilata Naverast a Trump

Çelik derbarê Plana qaşo Aşitiyê ya Rojhilata Naverast a Donald Trumpê Serokê DYAyê got, "Ne mumkun e em planekê qebûl bikin ku tê de mafên rewa ên gelê Filistînê tune bê hesibandin. DYAyê bi vê kirinê bêalîbûna xwe jidest da. Plana dagîrkerî û tunekirinê ye. Ew plana ku Filistînê pê qayil nîn in, mm bi çavekî rewa lê nanerin.

Nîqaşên lingê siyasî yê FETOya rêxistina terorê

Berdevkê AK Partiyê Çelik derbarê nîqaşên lingê siyasî yê FETOyê jî wiha axivî:

"Bêyî ku zanyarî, belge berdest bin, ji ser hinek îdiayên ku saziyên dewletê ne xwedanê wan e, derbarê FETO de sucdarkirin, destnîşankirina hinek kes û aliyan, jibilî tevliheviyê, bi kêrî hîç tiştekî nayê."

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Çile 2020, 16:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE