Civîna sêalî ya li Soçiyê: daxuyaniya hevpar

Bi beşdariya Erdogan, Putîn û Rûhanî Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Îranê ya li ser "Sûriye"yê pêk hat.

Civîna sêalî ya li Soçiyê: daxuyaniya hevpar

"Xelkê Sûriyeyê li benda xeberên xweş in"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Xelkê Sûriyeyê ku 8 sal e di bin siya çekan da heyata xwe dewam dike di mijara çareseriya siyasî da ji me li benda xeberên xweş in."

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Xelkê Sûriyeyê ku 8 sal e di bin siya çekan da heyata xwe dewam dike di mijara çareseriya siyasî da ji me li benda xeberên xweş in."

Erdogan li Soçiyê di vekirina Civîna Sêalî ya li ser Sûriyeyê da ku bi beşdariya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî tê lidarxistin da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir xelkê Sûriyeyê ku 8 sal e di bin siya çekan da heyata xwe dewam dike di mijara çareseriya siyasî da li benda xeberên xweş in.

Erdogan diyar kir digel hemû tengasî, cudatiya fikran, heta provokasyonên ji bo xerabûna navbera wan da Tirkiye, Rûsya û Îranê ruhê Astanayê bi biryardarî mihafeze kirine û wiha got: "Em çawa ku li Sûriyeyê ji bona rawestandina xwîna tê rijandin têkoşînê didin hinekên din jî eşkere yan dizîka va ji bo berdewamiya pevçûnan dixebitin. Em bi basîret, feraset û lihevkirinê tevgeriyan û me heta niha firsenda ku çavê wan bû neda wan aliyan."

"Rûsya, Îran û Tirkiyeyê li Sûriyeyê pêvajoya çareseriya siyasî dan destpêkirin"

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn diyar kir bi Îran û Tirkiyeyê ra li Sûriyeyê pêvajoya çareseriya siyasî dane destpêkirin û wiha got: "Niha hema bêje tevahiya axên Sûriyeyê rejima bêpevçûniyê tê parastin. Ev encama me ya hevpar a berbiçav û pozîtîf e."

Putîn li Soçiyê di vekirina Civîna Sêalî ya li ser Sûriyeyê da ku bi beşdariya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî tê lidarxistin da axivî.

Vladimîr Putîn destnîşan kir niha hema bêje tevahiya axên Sûriyeyê rejima bêpevçûniyê tê parastin û got ku ev encama me ya hevpar a berbiçav û pozîtîf e û wiha dewam kir: "
Astana ji bona li Sûriyeyê pêvajoya çareseriyeke siyasî ya mayînde çêbe bû wesîle."

Putîn destnîşan kir Rûsya, Tirkiye û Îran bi hewldanên hevpar ji bo ku jiyana li Sûriyeyê normalîze bibe dixebitin.

Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn diyar kir divê di mijara kêmkirina rageşiya li Îdlibê da li hev bikin û got ku ev jî nayê wê wateyê ku divê em tehemula hebûna terorîstan bikin.

Putîn destnîşan kir gelek girîng e ku di demeke kurt da komîteya destûra bingehîn ya Sûriyeyê dest bi xebatên xwe bike.

"Di hevdîtinê da me yekîtiya axa Sûriyeyê destnîşan kir"

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî: "Me li ser girîngiya Sûriyeya ji midaxaleya biyanî û tehdîda terorê hatiye rizgarkirin hevdîtin kir, yekîtiya axê destnîşan kir."

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî: "Me li ser girîngiya Sûriyeya ji midaxaleya biyanî û tehdîda terorê hatiye rizgarkirin hevdîtin kir, yekîtiya axê destnîşan kir."

Rûhanî li Soçiyê di vekirina Civîna Sêalî ya li ser Sûriyeyê da ku bi beşdariya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn tê lidarxistin da axivî.

Serokomarê Îranê Rûhanî destnîşan kir li ser girîngiya Sûriyeya ji midaxaleya biyanî û tehdîda terorê hatiye rizgarkirin hevdîtinê kirine û got ku me yekîtiya axa Sûriyeyê destnîşan kir.

Rûhanî diyar kir mixabin Amerîka li Sûriye û Iraqê komên terorîst diparêze û got ku dixwaze komên terorîst biemilîne û bigihêje armanca xwe.AA

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2019, 08:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE