Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Îranê

Bi mazûvaniya Serokkomarê Îranê Rûhanî va Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Îranê li Eywana Konferansa Lîderan a Îranê hat kirin

Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Îranê

Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Îranê ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn li ser meseleya "Sûriye"yê sekinîn, bi dawî bû.

Bi mazûvaniya Serokomarê Îranê Rûhanî va Civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Îranê li Eywana Konferansa Lîderan a Îranê hat kirin.

Di Civînê da li ser meseleya Sûriyeyê û pêvajoya Astanayê hat sekinîn û ji bo pêkhatina çareseriyeke mayînde mizakere hat kirin.

Civîna di navbera Tirkiye-Rûsya-Îranê da cara ewil bi mazûvaniya Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn va li Soçiyê û ya duyemîn bi jî mazûvaniya Serokomar Erdogan va li Enqereyê hatibû kirin.

Piştî Civînê hersê lîderan daxuyaniya hevpar ya çapemeniyê dan.

Dîroka nûkirinê: 07 îlon 2018, 16:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE