Civîna Serdozger Fidan û Dozger Muceb

Dozgerê Siûdî Muceb bi Serdozgerê Komarê Îrfan Fidan re hevdîtin pêk anî

Civîna Serdozger Fidan û Dozger Muceb

Gelo cendekê Kaşikcî li ku derê ye? Ji bo bersiva vê pirsê dozgerê Erebistana Siûdî Suud Muceb hat Tirkiyê. Dozger ligel Serdozgerê Komarê Îrfan Fidan re bi qasî saetek û 15 deqeyan civiya.

Dozgerê Erebistana Siûdî Suud Muceb ji deriyê protokolê yê dadxaneya Çağlayanê ya Stenbolê ket hundir.

Muceb û şandeya pê re derbasî meqamê serdozgeriyê bûn.

Hevdîtina şandeya siûdî û serdozgerê komarê yê Stenbolê bi qasî saetek û 15 deqeyan dewam kir.

Suud Muceb yekem kes e ku li Erebistana Siûdî gotibû kuştin plankirî ye.

Muceb beriya çend rojan di daxuyaniya xwe de destnîşan kiribû ku “li gor agahiyên ji Tirkiyeyê hatine kuştineke plankirî ye.”

Tê payîn dozgerê Siûdî derbasî konsulxaneyê bibe û lêkolînê bike.

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2018, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE