Civîna Serok Erdogan a bi parlamenterên AK Partiyê re

"PE ji bo nijadperest, faşîst û neyarên Îslam û Turkiyeyê dibe mekana xwepêşandanê"

Civîna Serok Erdogan a bi parlamenterên AK Partiyê re

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: "PE her diçe ji bona nijadperest, faşîst û kesên neyartiya Îslam û Turkiyeyê dikin dibe mekana xwepêşandanê. Ev ji bona Ewropayê metirsî ye."

Çelik piştî civîna Serokomarê Turkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan û hin parlamenterên AK Partiyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û der barê rojevê da axivî.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik destnîşan kir Kampa Kizilcahamamê ya AK Partiyê wê di 3-4-5ê Nîsanê da be.

Çelik li ser pirsa der barê balafira ku li Balafirgeha Sabîha Gokçenê ji pîstê derket da diyar kir gelek şirove tên kirin û got ku divê kes guh nede nûçeyên derew û spekulatîf ku di mecrayên curbecur da derdikevin.

Berdevkê AK Partiyê Çelik der barê qaşo "Konferansa Kurdan" da ku li Parlamentoya Ewropayê (PE) hat lidarxistin û rêvebirên PKK/YPG/PYDya rêxistina terorê jî beşdar bûn wiha axivî: "PE her diçe ji bona nijadperest, faşîst û kesên neyartiya Îslam û Turkiyeyê dikin dibe mekana xwepêşandanê. Ev ji bona Ewropayê metirsî ye. Rêya parastina demokrasiyên Ewropayê, pêşîlêgirtina dijmintiya Îslam û Turkiyeyê ye, di vê mijarê da xwedîtiya helwesteke zelal divê."

Çelik diyar kir hebûna oragîzasyoneke ku terorîstên PKKyî dikarin lê konferansê bidin, beşdarî konferansê bibin, tê wê meneyê ku Parlamentoya Ewropayê ji nirxên xwe dûr ketiye, xwe bi xwe fesix kiriye.

Berdevkê AK Partiyê Çelik li ser pirsa der barê daxuyaniyên Îlker Başbug da got ku sibê wê hevalên me gilîdar bibin û wiha dewam kir: "Li dijî îradeya rêzikdanînê ya Meclisê, li dijî îradeya payebilind a ku bi madeya 83yemîn a Qanûna Bingehîn parêzbendî danê, êrîşek e. Ji ber qanûneke ku anîne tu kes nikare endamên Meclisê bide kêleka Rêxistina Terorê ya Fetullahî. Ev dijî Sererkanî û dijî demokrasiya Tirkan bêhurmetî ye. Ev tê wê meneyê ku meqama Sererkaniyê jî ji bona hin înîsiyatîfên xwe yên şexsî îstismar dike. Kesên ku teqawid dibin û şûnda, gotinên ku bi helwesta demokratîk û bi aqil va nayên îzahkirin dibêjin û paşê jî nikarin bibêjin 'Min Sererkanî kiriye' û xwe bispêrin pişt vî meqamî." 

Dîroka nûkirinê: 06 Çile 2020, 16:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE