Civîna Serok Erdoğan û Al Sanî

Serok Erdoğan wê bi Mîrê Qetarê re li İstanbulê were cem hev

Civîna Serok Erdoğan û Al Sanî

Mîrê Qetarê Şêx Temîm Bîn Hamed Al Sanî wê îro were Tirkiyeyê. Serok Recep Tayyip Erdoğan wê li Stenbolê bi mîrê Qetarê re were cem hev.

Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Serokkomariyê, Al Sanî wê di çarçoveya serdaneke taybet de were Tirkiyeyê.

Mîrê Qetarê Al Sanî wê bi Serok Erdoğan re bicive.

Di civînên li Stenbolê de tê texmînkirin ku têkiliyên di navbera her du welatan de û mijarên herêmî yên di rojevê de werin axivîn.

Dîroka nûkirinê: 09 Mijdar 2018, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE