Civîna Serok Erdogan û birêvebirên şirketên Almanyayê

Serok Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Berlînê de birêvebirên payebilind ên banka û şirketên herî mezin ên Almanyayê qebul kir.

Civîna Serok Erdogan û birêvebirên şirketên Almanyayê

Serok Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Berlînê de birêvebirên payebilind ên banka û şirketên herî mezin ên Almanyayê qebul kir.

Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Serok Erdogan di hevdîtinê de bersiva pirsên birêvebirên şirketan ên der barê aboriya Tirkiyeyê de da.

Serok Erdogan destnîşan kir yên ku li Tirkiyeyê veberhênanê dikin heta îro her dem qezenc kirine û diyar kir ku dê veberhênerên navneteweyî ji niha pê ve jî qezenc bikin.

Birêvebirên payebilind ên şirketên Almanyayê jî der abrê planên veberhênana li Tirkiyeyê de agahî dan û ji Serok Erdogan ji bo van veberhênanan piştgirî xwestin.

Di hevdîtinê de Serokê Yekîtiya Borse û Odeyên Tirkiyeyê (TOBB) Rîfat Hîsarciklioğlu, Serokê Yekîtiya Odeyên Bazirganî û Pişesaziyê yê Almanyayê (DIHK) Dr. Erîc Schweîtzer, Serokê Lijneya Têkiliyên Aborî yên derve (DEÎK) Naîl Olpak, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê yê Almanya-Tirkiyeyê (AHK Turkiye) Markus C. Slevogt jî amade bûn.

Serok Erdogan dê sibê jî bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê re di taştê de bê bal hev û li ser têkiliyên aborî yên di navbera Tirkiye-Almanyayê de û mijara Sûriyeyê de hevdîtin bikin.AA

Dîroka nûkirinê: 29 îlon 2018, 10:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE