Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li ser "Lûtkeya Sêalî" ya ji bo Sûriyeyê wê bê lidarxistin, hevdîtin kirin.
Serokê Erdogan li Eywana Konferansa Lîderan a Îranê wê beşdarî Lûtkeya Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Îranê ya ku wê bi mazûvaniya Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî va bê lidarxistin bibe.
Berî lûtkeyê Serokomar Erdogan bi Serokkomarê Îranê Rûhanê ra hevdîtin kiribû û paşê jî bi Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn ra hevdîtin kir.
Hevdîtina lîderan ji çapemeniyê ra girtî hat kirin.
Di hevdîtina Erdogan û Putîn da ji alî Tirkiyeyê Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Serokê MÎTê Hakan Fîdan û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin cih girtin.
Ji alî Rûsyayê jî Wezîrê Karên Derva Sergey Lavrov, Wezîrê Vejenê Aleksandr Novak, Wezîrê Parastinê Sergey Şoygu û Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov û Şêwirmendê Polîtîkaya Karên Derva yê Kremlînê Yuriy Uşakov cih girtin.