Civîna Serokên Hikûmet û Dewletên NATOyê dest pê kir

Serokên Hikûmet û Dewletên NATOyê li Londraya Paytextê Îngilistanê ne...

Civîna Serokên Hikûmet û Dewletên NATOyê dest pê kir

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got, "Digel cudahiyên me, ji bo ku em hevdu biparêzin em ê li dora wezîfeya xwe ya eslî bibin yek û vê bidomînin."

Bi beşdariya serokên dewlet û hikûmetan va rûniştina Zîrweya NATOyê dest pê kir. Di civînê da nûnertiya Tirkiyeyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dike. Di rûniştinê da wê li ser planên ewlehiyê bisekinin ku li hev bikin.

Ji ber ku YPG/PYD/PKKya rêxistina terorê di plana ewlehiyê ya ku NATOyê ji bo Tirkiyeyê amade kir da wek tehdîd cih girt, Amerîka dijî planê derketibû. Tirkiye jî dibêje ku heta plana der heqê min da neyê pesendkirin, ez ê tu planên welatê din pesend nekim.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di destpêka rûniştinê da axivî û diyar kir ku di dîrokê da tifaqa herî serkeftî NATO ye û wiha got, "Her ku dinya guherî em jî guherîn."

Stoltenberg diyar kir, tifaqê maliyeta parastinê zêde kir û li dijî terorê şer kir, NATO ji bo ku nêzî milyarek merivî biparêze paltforma tekane ye ku Amerîkaya Bakur û Ewropa tê da mizakereyan dikin û biryaran didin.

Stoltenberg got, "Digel cudahiyên me, ji bo ku em hevdu biparêzin em ê li dora wezîfeya xwe ya eslî bibin yek û vê bidomînin."

Serokwezîrê Îngiltereyê Boris Johnson jî diyar kir ku NATO di 70 saliya xwe da 29 welatan û nêzî milyarek merivî diparêze û pêbaweriya NATOyê saxlem e.

Johnson diyar kir ku heke duruşmeyeke NATOyê hebe ew jî ev e, "Yek ji me ji bo hemûyan, em hemû jî ji bo yekê hene." AA

Dîroka nûkirinê: 04 Kanûn 2019, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE