Civîna Stoltenberg a ligel heyetên Türkiye, Swêd û Fînlandiyayê

Stoltenberg eşkere kir ku dê bi heyetên Türkiye, Swêd û Fînlandiyayê ra li Brukselê hevdîtin bike

Civîna Stoltenberg a ligel heyetên Türkiye, Swêd û Fînlandiyayê

Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê der barê endamtiya NATOyê ya Fînlandiya û Swêdê da diyar kir ku divê fikarên Türkiyeyê ji holê bên rakirin û eşkere kir ku dê bi rayedarên payebilind ên hersê welatan ra li Brukselê hevdîtinê bike. 

Stoltenberg li Washîngtona paytextê Amerîkayê bi Antony Blînkenê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê ra hevdîtin kir û piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist. 

Stoltenberg diyar kir ku Vladîmîr Putînê Serokdewletê Rûsyayê dixwaze ku li sînorên wî tesîra NATOyê kêm bibe lêbelê bi hewla wî ya ji bo dagirkirina Ukraynayê va li sînorên xwe bêtir eskerên NATOyê dîtin, dê jimara endamên îtifaqê jî zêde bibin. Stoltenberg da zanîn ku Fînlandiya ê Swêd ji ber vê yekê biryar dan ku tevî îtifaqê bibin, ev herdu welat dê NATOyê hêzdartir bikin. 

Stoltenberg behsa fikarên Türkiyeyê yên der barê van herdu welatan da kir û got ku "Em divê fikarên ewlehiyê yên hemû mitefîqên xwe ji holê rakirin û ez jê bawerim ku em ê di vir da di nav yekîtiyê ra rêyekî bibînin. Ez di vê mijarê da bi Serokomarê Türkiyeyê Erdogan û serokên Swêd û Fînlandiyayê ra di nav têkiliyeke nêz da me û ez ê di rojên li pêş me da rayedarên payebilind ên hersê welatan li Brukselê bînim ba hev."

Stoltenberg herwiha got ku Türkiye mitefîqekî girîng a NATOyê ye û hemû endamên NATOyê ji bo ku tehdîda PKKyê jî di nav da li ser fikarên Türkiyeyê hevdîtinê bikin amade ne ku bicivin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE