Civîna Şêwrê ya Serokbajariya Stenbolê ya AK Partiyê

"Stenbol di kifşkirina qedera Tirkiyeyê da bajarê sereke ye. Heke em Stenbolê baş fehm bikin em ê Tirkiyeyê jî rihet tespît bikin."

Civîna Şêwrê ya Serokbajariya Stenbolê ya AK Partiyê

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Ciyê kesên qure yên ku pişta xwe didin meqam û îmkanên xwe û dilê însanan dihêlin û welatiyan biçûk dibînin di vê dozê da tuneye."

Erdogan li Navenda Kongreyê ya Halîçê di Civîna Meclisa Şêwrê ya Berfireh ya Serokatiya Stenbolê ya AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ji kesên ku li pey nefsa xwe dikevin û tenê ajanda, kariyer û hesabê xwe difikirin însanên dew û dozê dernakevin û got ku ji kesên qure însanên dew û dozê dernakevin.

Erdogan diyar kir ciyê kesên qure yên ku pişta xwe didin meqam û îmkanên xwe û dilê însanan dihêlin û welatiyan biçûk dibînin di vê dozê da tuneye.

Serokomar Erdogan destnîşan kir AK Partî rojevê naşopîne, ew rojevê kifş dike û wiha axivî: "AK Partî tevgereke siyasî ya ji rêzê nîne. Di nav dîroka dewletê ya hezar salî da Tirkiye çawa xeleka dawîn e, AK Partî jî di roja îroyîn da nûnerê herî girîng yê vê doza mezin e. Doza me însan e û tevî Tirk, Kurd, Laz, Çerkez, Gurcî, Abaza û Boşnakan bi 82-83 milyonî em ji bona Xwedê ji her kesî hez dikin. Gendeliyê, neheqiyê û diziyê qet nahejmirim. Merivên wiha dema ji deriyên me ra têkevin hundir ev ji bo me jî zilm e."

Erdogan diyar kir Stenbol di kifşkirina qedera Tirkiyeyê da bajarê sereke ye û got ku heke em Stenbolê baş fehm bikin em ê Tirkiyeyê jî bi rihetî tesbît bikin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir îftira û derew zû belav dibin, lêbelê dema rastî derkevin holê jî zû vedimirin û diçin.

Erdogan di axaftina xwe da balê kişand ser rewşa li Fransayê û wiha axivî: "Halê Fransayê nika li holê ye. Li Fransayê her alî dişewite û xirab dibe. Çima? Bi zilmê kes bi ser nakeve, lewma."

Serokomar Erdogan der barê geşedanên li Sûriyeyê da wiha peyivî: "Li rûyê dinyayê em bi kîjan lîderî ra hatin bal hev piraniya wan şîreta 'Hûn ê çi çaxê ji vê derê derkevin' bû û ya me jî ji wan ra digot ev bû, 'Çi karê we li wê derê ye, yê me 911 kîlomêtro sînorê me heye, yê we heye? Na. Wisa be we ew 32-33 hezar çek, amûrên wan û cebilxane ji kê ra şand. Ji terorîstan ra. Heya ku hûn wan deran terk nekin û gelê Sûriyeyê jî ji me ra nebêje 'Spas ji we ra êdî hûn dikarin herin' em ji vê derê dernakevin."

Erdogan diyar kir di navbera Tirkiye û Libyayê da mitebeqata hat îmzekirin û metna mitebeqatê ya rayeya qada behrê sînordar dike li Meclisa wan hat qebûlkirin û got ku min jî îmze kir, nika jî şandin Neteweyên Yekbûyî.

Serokomar Erdogan got ku hemd ji Xwedê ra em di navbera Libya û Tirkiyeyê da xeteke gelekî baş ava dikin.

Erdogan der barê rewşa li Behra Sipî da got ku heqên me yên ji ber hiqûqa navneteweyî ya behrê û hiqûqa navneteweyî çi bin em ê wan hetanî dawiyê bi kar bînin û teqîb bikin û wiha pê da çû: "Di mijara têkoşîna ji bo parastina hiqûq, berjewendî û serdestiya welatê xwe û mafên miletê xwe û hemû dostên xwe da em her tim serbilind bûn û em ê wê serbilindiya xwe jî bidomînin."

Serokomar Erdogan diyar kir wê nikaribin Îtifaqa Cumhur perçe û belawela bikin û got ku Îtifaqa Cumhur wê mezin bibe û ber bi pêşerojê va bimeşe.

Erdogan diyar kir ji ber ku êdî wekî berê nikarin Tirkiyeyê piçûk nîşan bidin, rê bidin ber û bi rêva bibin dîn dibin û got ku ji ber ku dîn dikevin jî muwazeneyê winda dikin.

Serokomar Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da got ku ji hilbijartinê vir da teşkîlata Stenbolê 74 hezar û 176 endam qeyd kirin û tu dibê di nav vejîneke nû da ye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE