Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu li Romayê bi Wezîrê Karê Derveyê Îtalyayê Luigi Di Maio re civiya.
Çavuşogluyê ku bi mebesta beşdariya "Korbenda Diyaloga MED 2019-Deryaya Spî" ku ji aliyê Enstituya Xebatên Siyasî ya Navneteweyî (ISPI) ku kevintirîn saziya fikrê ya Îtalyayê ye û herwiha Wezareta Karê Derve ya Îtalyayê ve biryar e îsal 5emîna wê bê lidarxistin, gihişt Romayê.
Wezîr Çavuşoglu bi civîna digel hevtayê xwe yê Îtalyan dest bi serdanê xwe yên fermî kir.
Civîna ku li paytext Romayê li Wezareta Karê Derve ya Îtalyayê hat lidarxistin, ji çapemeniyê re girtî, 45 deqîqeyan ajot.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên dîplomatîk sitendin, di civîna Çavuşoglu û Di Maio de, mijarên weke têkiliyên dualî yên herdu welatan, Libya, Sûriye, rojhilatê Deryaya Spî digel têkiliyên Tirkiye-YEyê hatin gotûbêjkirin.AA
Civîna Wezîr Çavuşoglu û Di Maio
Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu li Romayê bi Wezîrê Karê Derveyê Îtalyayê Luigi Di Maio re civiya.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE