Civîna Wezîr Çavuşoglu ya digel Serokê HKIyê Barzanî

Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu digel Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî civiya.

Civîna Wezîr Çavuşoglu ya digel Serokê HKIyê Barzanî

Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu li 50yemîn Korbenda Aborî ya Cîhanî (WEF) ya ku li Davosa bajaroka Swîsrayê tê lidarxistin, digel Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî civiya.

Wezîr Çavuşoglu di civîna ku ji çapemeniyê re girtî birêve çû de, destnîşan kir ku Tirkiye piştî rageşiya di navbera DYA û Îranê de digel Iraqê di hevkariyê de ye û ji bo çareseriya qeyranê roleke aktîf lîstiye.

Çavuşoglu tekezî li giringiya parastina yekparçeyiya Iraqê û tebayiya wê kir û anî ziman ku pêdivê hemî pêkhateyên Iraqê (Şiî, Sunnî, Kurd, Ereb û Tirkman) ji bo yekîtî û tebayiya welêt bixebitin.

Mevlut Çavuşoglu bal kişand ser xetereya parçebûna Iraqê di asta mezhebî û pêkhateyî de û got, "Emê berdewamiyê bidin geşepêdana têkiliyan digel Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê." 

Wezîr Çavuşoglu destnîşan kir ku ji bo ku Iraq demildest ji nava pirsgirêkan derkeve Tirkiye tişta ji destê wê bê, dê bike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE