Civîna Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Austin û Barzanî

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Austin bi Serokwezîrê HKIyê û bi Prensê Welîehd ra hevdîtin kir

Civîna Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Austin û Barzanî

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê LIoyd Austin bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî û Prensê Welîehd ê Behreynê Selman bîn Hamad bîn Îsal Al Xelîfe ra hevdîtin kir.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê ya Amerîkayê hat dayîn, Austin li Manamaya paytextê Behreynê di dema civînên "Diyaloga Manamayê" ku her sal tê lidarxistin da hin hevdîtin pêk anîn.

Austin bi Serokwezîrê HKIyê Mesrûr Barzanî ra hevdîtin kir û di hevdîtinê da ji bo têkoşîna ku pêşmerge dijî DEAŞa rêxistina terorê didin û ji bo piştgiriya wî ya seba têkoşînê spasiya Barzanî kir.

Lloyd Austin li Manamayê bi Wezîrê Parastinê yê Iraqê Cuma Înad Sadun ra jî hevdîtin kir.

Di hevdîtinê da li ser mijarên gav û mîsyona ku eskerên Amerîkayê yên li Iraqê di têkoşîna dijî DEAŞê da alîkariyê dide artêşa Iraqê û pê ra agahiyên îstixbarî parve dike û li ser tevkariya navbera her du welatan axivîn.

Austin bi Prensê Welîehd ê Behreynê Selman bîn Hamad bîn Îsal Al Xelîfe ra jî hevdîtin kir û li ser ewlehiya behrê û tevkariya herêmî û navdewletî sekinîn.

Austin li Manamayê bi Wezîrê Parastinê yê Malezyayê Hîşamuddîn Huseyîn ra jî hevdîtin kir.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE