Civîna Zîrweya Sê Alî ya Pêncemîn li Enqereyê ye

"Zîrweya Sê Alî ya Tirkiye-Rûsya-Îranê" bi mazûvaniya xwediyê malê Serok Erdogan û beşdariya Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî û Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê Vladimir Putîn wê îro li Enqereyê were lidarxistin

Civîna Zîrweya Sê Alî ya Pêncemîn li Enqereyê ye

 "Zîrweya Sê Alî ya Tirkiye-Rûsya-Îranê" bi mazûvaniya xwediyê malê Serok Recep Tayyîp Erdogan û beşdariya Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî û Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê Vladimir Putîn wê îro li Enqereyê were lidarxistin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê Civîna Zîrweya Sê Alî ya Pêncemîn wê di formata Astanayê da were kirin û wiha hat gotin: "Îdlib di serî da, ji bo ku geşedanên li Sûriyeyê werin nirxandin, pevçûn werin bidawîkirin, şert û merc werin çêkirin ku penaber bixwe vegerin û ji bo ku çareseriyeke siyasî ya mayînde were tesîskirin, îstişarekirina gavên ku wê di demên pêş da bi mişterek werin avêtin tê armanckirin."

Tê plankirin ku Erdogan, Putîn û Ruhanî bi wesîleya zîrweyê hevdîtinên dualî bikin û li ser geşedanên rojane yên herêmî û navneteweyî jî bisekinin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE