Civînên Serok Erdoğan yên li Arjantînê

Civîna Serokên G20ê bi civîna taybet a “Siberojeke Adil û Daimî” li Arjantînê dest pê kir.

Civînên Serok Erdoğan yên li Arjantînê

Serok Erdoğan ji bo civîna g20ê çû Arjantînê. Erdoğan roja yekem bi Serokê Emerîkayê Trump re xeber da. Her du serok beriya rûniştina destpêkê, li ser lingan mijûl bûn. Serok Erdoğan bi Serokwezîrê Hollandê Mark Rutte û Serokdewletê Çînê Şî Jînpîng re jî peyivî.

Serok Erdoğan hat cihê civînê, berê xwe da eywanê…

Civîna Serokên G20ê bi civîna taybet a “Siberojeke Adil û Daimî” li Arjantînê dest pê kir.

Piştî wê merasîma fermî hat lidarxistin.

Serokdewletê Arjantînê Mauricio Macri wek malxwê û mazuvan, yek bi yek pêşwaziya mêvanan kir.

Serok Erdoğan qasekê bi hevmeqamê xwe re peyivî.

Di G20ê de edeteke din jî fotografa komî ye.

Serok û rêberên dinyayê li Arjantînê bi hev re wêne girt.

Erdoğan di dora ewil de bû.

Serok Erdoğan di civîna destpêkê ya G20ê de bi Trump re xeber da.

Her du serokan qasekê sohbet kir.

Berdevkê Serokatiyê İbrahim Kalin û Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu jî li cem wan bûn.

Erdoğan bi Serokwezîrê Hollandê Mark Rutte re civîneke taybet kir.

Dûv re bi Serokdewletê Çînê Şi Jinping re rûnişt.

Di her du civînên Erdoğan de Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Wezîra Tîcaretê Ruhsar Pekcan, Berdevkê Serokatiyê İbrahim Kalin Serokê Ragihandinê yê Serokatiyê Fahrettin Altun jî hazir bûn.

Erdoğan digel Serokdewletê Şîlîyê Sebastian Pinera, bi Serokdewletê Brezilyê Michel Temer û Serokwezîra Îngilistanê Theresa Mayê re jî aixvî.

Serok û hevserên ku çûn civînê, êvarê jî berê xwe dan Colon Theatrê û li lîstika wan temaşe kir.

Di lîstikê de mihacirî, avhewa, netewebûn û ferqên kulturî bi dans û muzîkê hatin vegotin.

Wexta şîvê jî Serok Erdoğan xwest ku xwarina wî bi helalî were çêkirin.

Loma jî çavdêrekî Misilman di ser xebatkaran re sekinî, şîva wî bi taybetî çêkirin.

Ji bo serokê Franseyê Emmanuel Macron jî şîva bê goşt, ango xwarina wejeteryan hat çêkirin.

Beriya werin ser sifrê, serokan tevî hevserên xwe wêne girt.

Gava ew diçûn cihê kişandina fotograf, Serok Erdoğan û Serokê Emerîkayê Trump li hev sekinîn, merheba kirin.

Serok Erdoğan li Arjantînê dê bi hin serokên din re jî bicive.

Erdoğan wê bi Serokdewletê Rusyê Vladimir Putin re rûne.

Ew ê li ser gengeşiya Rusya û Ukraynê, têkîliyên her du welatan, mijarên herêmî xeber din.

Jê û pê ve Serok Erdoğan wê bi Serokkomarê Fransê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Japonyê Şinzo Abe re jî civînan bike.

Dîroka nûkirinê: 01 Kanûn 2018, 16:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE