Civînên tura çaremîn ên Komîteya Destûra Bingehîn ên Sûriyeyê qediyan

"Ez kêfxweş im ku wek "koma biçûk" a Komîteya Destûra Bingehîn cara ewil me ji bo rojev û dîroka civîna bê da li hev kir"

Civînên tura çaremîn ên Komîteya Destûra Bingehîn ên Sûriyeyê qediyan

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geîr O. Pedersen diyar kir ku tura 5emîn a Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê dê di 25-29ê kanûna paşîn a 2021î da bê kirin û got ku "Hêviya me ew e ku em di nav çen turên pêşiya xwe de di encama îstişareyan da pêvajoya amadekirina pêşnûmayê bidin destpêkirin."

Civînên tura 4emîn ên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê yên ku di 30yê Sermawezê da li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Swîsreyê dest pê kirin qediyan.

Civîna dawîn a endamên "koma biçûk" a ku 15 ji nûnerên ji rejima Beşar Esed, saziyên civakî yên sivîl û mixalefeta Sûriyeyê bi tevahî ji 45 kesan pêk tê û ji nivîsandina destûra bingehîn pêk tê bi saeta Tirkiyeyê di 18.30yan da qediya.

Geîr O. Pedersê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NYyê ku serokatiya civînan dike civîna çapemeniyê li dar xist û got ku aliyan seranserê 5 rojan firsend dît ku li ser gelek mijaran bisekinin.

Pedersen got ku "Helbet gelek fikrên cuda hebûn. Destûr bidin ku ez destnîşan bikim ku em ji bo guhdarkirina van cudahiyan li vir in. Ji ber ku qisekirinên cuda hene. Biqasî 10 sal an jî pevçûnan gelek hest hene."

Pedersen agahî da ku li hêwana civîn hatin kirin da car carna rageşî jî derketin û got ku digel vê aliyan di çarçoveya rêzdariyê da guh dan hev.

Pedersen got ku ekîba wî û ew bûn şahid ku di civînan da aliyan di hin mijaran da "li ser bigeheke hevpar" sekinîn.

"Anayasa Komitesi'nin 'küçük grubu' olarak ilk kez bir sonraki toplantının gündemi ve tarihi konusunda anlaşmaya vardığımızı duyurmaktan memnuniyet duyuyorum" ifadesini kullanan Pedersen, Suriye Anayasa Komitesi 5'inci tur toplantılarının 25-29 Ocak 2021'de "anayasanın temel ilkeleri" gündemiyle toplanacağını aktardı.

Pedersen got ku "Ez kêfxweş im ku wek "koma biçûk" a Komîteya Destûra Bingehîn cara ewil me ji bo rojev û dîroka civîna bê da li hev kir" û ragihand ku 5emîn a Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê dê di 25-29ê kanûna paşîn a 2021î da bê kirin. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE