"Ciwan wê welatê me hem înşa û hem jî îhya bikin"

"Ji kerema xwe nehêlin kesên ku xêra wan ne ji xwe û ne jî miletê xwe ra heye xeyalên we bidizin, wêrekiya we kêm bikin, enerjiya we xerc bikin."

"Ciwan wê welatê me hem înşa û hem jî îhya bikin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Lekeyên şermê yên dîroka kesên ji Ewropayê bigire heta Kanadayê her tim şîreta mafên mirovan, demokrasî û azadiyê didin me yek bi yek derdikeve holê."

Erdogan beşdarî Civîna Ciwanan a Tirkiyeyê ya li ku Navenda Kongre û Çandê ya Beştepeyê hat lidarxistin bû.

Erdogan silav da ciwanan û got ew kêfxweş e ku mazûwaniya wan dike.

Serokomar behsa Komkujiya Srebrenîtsayê kir û got divê ev êş neyê jibîrkirin û wiha pê da çû: "Lekeyên şermê yên dîroka kesên ji Ewropayê bigire heta Kanadayê her tim şîreta mafên mirovan, demokrasî û azadiyê didin me yek bi yek derdikeve holê."

- "Ez ji we hêvîdar im"

Erdogan ji ciwanan ra got hêviya wî bi wan heye û wiha axivî: "Ez ji we hêvîdar im, hûn ê jî bi destûra Xwedê paşeroja welatê me bi awayekî cuda hem înşa û hem jî îhya bikin. Ji kerema xwe nehêlin kesên ku xêra wan ne ji xwe û ne jî miletê xwe ra heye xeyalên we bidizin, wêrekiya we kêm bikin, enerjiya we xerc bikin. Di her yek hevdîtineke me ya bi ciwanan ra da, di her sohbeta me da hêviyên me yên dahatûyê ya vî welatî her ku diçe zêdetir dibe."

Serokomar Erdogan wiha dewam kir: "Bi çi sedemê dibe bira bibe, em di dilê xwe da berpirsê her ciwanê me yê ku destê me nagihêjê û em nikarin destê wî bigirin. Dilê me razî nîne ku ciwanekî me jî heba bibe û di nav diranên wehşî yên terorê da winda bibe. Me 19 sale derfet neda kesên dixwazin li ser xwîna ciwanan ji xwe ra sidûê bi dest dixin, em ê ji vir pê va jî destûrê nedin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE