Çînê hişyarî da Pakistan û Hindistanê

Di daxuyaniyê da hat gotin Vang Yîyê Wezîrê Karên Derva yê Çînê û Swaraj hevdîtinek pêk anîn.

Çînê hişyarî da Pakistan û Hindistanê

Wezîrê Karên Derva yê Çînê Vang Yî der barê rageşiya Pakistan û Hindistanê da got: "Çîn hêvî dike herdu alî bi aqlekî selîm tevbigerin û dev ji zêdekirina rageşiyê berdin."

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derva yê Çînê, Wezîrê Karên Derva yê Hindistanê Sushma Swaraj ji bo civîna 16emîn a Wezîrên Karên Derva yên Çîn-Hindistan- Rûsyayê hat Vucîna bajarê li ser eyaleta Cicîangê.

Di daxuyaniyê da hat gotin Vang Yîyê Wezîrê Karên Derva yê Çînê û Swaraj hevdîtinek pêk anîn.

Hat gotin Vang anî ziman ku Çîn li djî her cure terorê ye û geşedanên li Asyaya Başûr dişopîne.

Vang got Çîn dixwaze Pakistan û Hindistan dev ji rageşiyê berdin û wiha dewam kir: "Çîn dostê hevpar ê Pakistan û Hindistanê ye û hêvî dike herdu alî bi aqlekî selîm tevbigerin û dev ji zêdekirina rageşiyê berdin. Em bendê ne herdu alî bi rêya diyalogê esl û asasê bûyeran lêkolîn bikin û bi hev ra aştiya herêmê biparêzin."

Wezîrê Karên Derva yê Hindistanê Sushma Swaraj jî got civaka navneteweyî li hemberî terorê yekîtî û hevkariyê diparêze, pirsgirêk wê bi berpirsyarî û tevgereke aqlêselîm bên nirxandin.AA

Dîroka nûkirinê: 27 Çile 2019, 16:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE