Li Efrîna bajarê Sûriyeyê cêwiyên bi hev va 14 roj berê hatin dinyayê û ji Hatayê bi ambulansa balafir a Wezareta Tenduristiyê anîn Ankarayê.
Dergûşên keç ên cêwiyên siyamê li Efrînê hatin dinyayê û wexta ku bûn giraniya wan 4 kîlo û 200 gram bû. Di 4ê mijdarê da ambulansê ew li Kumluya navçeya Hatayê ber Deriyê Gumrikê yê Çiqlê Zeytûnê hildan û anîbûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepandinê ya Zanîngeha Mustafa Kemal a Hatayê.
Li vê derê tedawiya wan a ewil hat kirin û ji Balafirgeha Hatayê bi ambulansa balafir a Wezareta Tenduristiyê va ber bi êvarê gihîştin Balafirgeha Esenbogayê.
Ambulansê dergûş li balafirgehê hildan û anîn Nexweşxaneya Zarokan a Îhsan Dogramaci ya Zanîngeha Hacettepeyê û tedawiya wan wê li vir dewam bike.
AA