“Dê 40 hezar personelên nû ji bo Wezareta Tenduristiyê werin wergirtin“

“Dê 40 hezar personelên nû ji bo Wezareta Tenduristiyê werin wergirtin“

Serok Recep Tayyîp Erdogan got, "Me biryar da ku em di serdema bê de para TRTê û Fona Enerjiyê ya ku ji fatureyên ceyranê tên birîn, rakin."

Erdogan piştî Civîna Kabîneye ya ku li Kulliyeya Serokomariyê hat lidarxistin, bangî gel kir.

Serok Erdogan bal kişand ser nîqaşên li ser girtina mekteban ji ber pandemiyê û wiha got, "Pêdivê nîqaşa dê gelo mekteb vekirî bimînin yan bên girtin, biqede. Dê xwendina rûbirû li mekteban bi teqez bidome."

Serok Erdogan ragihand ku dê 40 hezar personelên nû ji bo Wezareta Tenduristiyê werin wergirtin.

Erdogan got, "Me biryar da ku em di serdema bê de para TRTê û Fona Enerjiyê ya ku ji fatureyên ceyranê tên birîn, rakin."

Serok Erdogan bal kişand ser tezkereyên derveyê sînor û wiha pê de çû

"Operasyonên Tirkiyeyê yên ji bo derveyî sînor mijareke li jora siyasetê ye. Li hemberderketina vê tezkereyê, tê wateya alîkarî bo rêxistina terorê ya derveyî sînor ku li berqedandinê ye. Ji tezkereyên Iraq û Sûriyeyê re dibêjin na, berhilgiriya bêbextî û derewan dikin, dûv ra behsa şewitandin û têkdana 'Qendîlê' dikin ev bêbext û derewîn in."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE