"Dê cihê mumtaz ê Menderes û hevalên wî di dilê gelê me de bihêz bibe û bidome"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan  di merasima vekirina Girava Demokrasî û Azadiyan de axivî.

"Dê cihê mumtaz ê Menderes û hevalên wî di dilê gelê me de bihêz bibe û bidome"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Tişta ku li Yassiadayê hat kirin, daraz nebû cinayeta hiqûqê bû."

 Erdogan di Merasima Vekirina Girava Demokrasî û Azadiyan de axivî.

Erdogan anî ziman ku tişta ku li Yassiadayê hat kirin, daraz nebû cinayeta hiqûqê bû û got, "Tişta li vêderê hat kirin di esil de dadgeh nebû, bi kirina darbeyê dijberên destûrê rêveberên rewa yê welêt bi îthama binpêkirina destûrê hewla cinayeta hiqûqê bû. Wê rojê hiqûq û edalet hat binpêkirin û ne ku ew her 3 zilamên gel birin bo îdamê, bîzatîhî îradeya gel birin."

Serokomar Erdogan herwiha got, "Em nikarin dîrokî biguherînin lêbelê em dikarin ji bo rast şîroevekirina wê şêwaza bibîranîna dîrokê biguherînin."

Erdogan tekezî li wê yekê kir ku dê cihê mumtaz ê Menderes û hevalên wî di dilê gelê  de bihêz bibe, mezin bibe û bidome û got, "Rûreşiya wan kesên ku Menderes û hevalên wî derxistin sêdareyê û piştevanên wan, dê ti carî paqij nebe. Yên ku bi darbeyê ji wezîfeyê hatin daxistin û li i dadgehên şanoyî yên li Yassiadayê hatin darizandin, Menderes û hevalên xwe nebûn, bi dîrok, çand, nirx û baweriyên xwe gelê me bi xwe bû. Hersê leheng jî bi şanazî û bi baweriyê ber bi sêdareyê ve meşiyan. Yên ku ew qulibandin, ew birin dadgehê û piştre ew daleqandin man neçarê wê yekê ku jiyana xwe di bin awirên nefreta gel de bidomînin."

Serokomar Erdogan wiha jî got, "Em herwiha Alparslan Turkeşê rehmetî yê ku ji Hîndistana ku weke sirgun lê bû destnîşan kir ku biryara îdamê hiqûqî û rewa nîn e û ji bo rêgirya wê trajêdiyê hewl dan, jî bi rehemt bibîr tînin."

Erdogan destnîşan kir ku biryar dane navê ya Yassiadayê ku tê wateya şînê, biguherin û got, "Me biryar da ku em Yassiadayê, girava şînê di nava dîrokê de veşêrin û bikin Girava Demokrasî û Azadiyan. Ev bû nesîbê me. Girava Demokrasî û Azadiyan dê bi têkoşîna îstiqlal û îstibalê ya ji duh heta îro ve bibe nîşaneya hezjêkirina hesbî ya di dilan de."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE