Berdevkê Serokkomariyê Îbarahîm Kalin ragihand ku di çarçoveya vîrusa koronayê de dê dibistanên sereta, navendî û lîse ji 16ê adarê şûnda hefteyekê bibin tatîl. Zanîngehên me ji 16ê adarê şûnda dê 3 hefteyan bibin tatîl."
Berdevk Kalin: "Xwendekar dê ji 23yê adarê şûnda heta heftiyekê ji malê ji ser înternet û qenalên televizyonê perwerdeya xwe bidomînin."
Berdevkê Serokkomariyê Kalin: "Derketina xebatkarên kamûyê bo derveyî welêt dê tabiê îznê be."
Berdevkê Serokkomariyê Kalin: "Biryar hat dayîn heta dawiya nîsanê pêşbirkên futbolê bê temaşavan bên lîstin."
Berdevkê Serokkomariyê Kalin: (Tedbîrên Koronavîrusê) Pêdivê welatiyên me di vê pêvajoyê de roleke aktîf bigirin, bêyî rehawet û panîk divê riayetî daxuyaniyên fermî bikin. Ev gelekî giring in."
Berdevkê Serokkomariyê Kalin: "(Kovîd-19) Dema em tabloya dinyayê dinerin, em dibînin ku tedbîrên li Tirkiyeyê hatin sitendin, xwedî bandor in."
Kalin: (Şewba Koronavîrusê) Înşallah em xwedanê wî karînê ne ku emê pêkve, bêyî rehawet û panîkê vê pêvajoyê derbas bikin."
Berdevk Kalin: "(Pêketiyê koronayê) Rewşa tendirustiya wî baş e, kesên ku di karantînayê de ne jî ti pirsgirêka wan tune ye."
Berdevk Kalin: "(Tedbîrên Koronavîrusê) Em bernameyên Serokomarê me yên bo derveyî welêt, heta demekê li paş dixin."
AA
Li ser xêrê be
Emê jî pishtevanê vê biryarê bin