"Dê piştevaniya me ya ji bo Sûdanê bidome"

Wezîrê Karê Derve Çavuşoglu li Belgradê bi hevtayê xwe yên Sûdanî û Haîtiyî re civiya

"Dê piştevaniya me ya ji bo Sûdanê bidome"

Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu li Sirbîstana ku bi boneya 60emîn salvegera samezrandina Tevgera Bêqeydan lê ye, bi hevtayê xwe yên Sûdanî û Haîtiyî re civiya.

Çavuşoglu di parevekirina xwe ya li ser hesabê Twitterê de wiha got, "Me li Belgradê bi nirxandina têkiliyên xwe bi awayekî berfireh digel Wezîra Karê Derve ya Sûdanê Meryem Sadiq dest bi temasên xwe kir. Dê piştevaniya me ya ji bo Sûdanê bidome."

Çavuşoglu derbarê civîna xwe ya duyem de jî wiha got, "Me li Belgradê civîna xwe ya duyem digel Wezîrê Karê Derve yê Haîtiyê Claude Joseph kir. Me teyîd kir ku em biryardarin têkiliyên xwe bi her hawî pêş bixînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE