''Dê roja pêncşemê yan jî îniyê, lêdana vaksîna Kovîd-19ê destpê bike''

Serok Edogan: ''Dê li gorî rêzkirina diyarkirî, roja pêncşemê yan jî îniyê, lêdana vaksîna Kovîd-19ê destpê bike.''

''Dê roja pêncşemê yan jî  îniyê, lêdana vaksîna Kovîd-19ê destpê bike''

Serok Recep Tayyîp Erdoğan piştî Civîna Kabîneyê ya Serokkomariyê ya axivî.

Serok Edogan ragihand ku dê li gorî rêzkirina diyarkirî, roja pêncşemê yan jî îniyê, lêdana vaksîna Kovîd-19ê destpê bike.

Serok Erdogan: "Em amdekariyê dikin ku pêbawerî û îstiqrarê bihêz bikin û gavên mezintir ji bo telafîkirina jidestçûyan biavêjin."

Erdogan: "Tirkiyeyê ew rojên ku di warê hilbijartina Serokê vî welatî de fişara wesayetê diyarker bû, li paş hişt."

Erdogan: "Em vî serokê qaşo yê ku nikare ji terorîstan re bêje terorîst, hewaleyî wîjdanê berbijêrên CHPê û îrfana gelê me yê ezîz dikin."

Serok Erdogan: "Ewên ku maweyeke dirêj di bin navê demokrasiyê de faşîzma seretayî, di bin navê azadiyê de jî dîktoriya herî hovane bi ser mezlûman de disepandin, îro qesrên wan bi ser serê wan de dirûxin."

Erdogan: "Ji bo wan kesên ku waswasên xwe yên îdeolojîk, meylên xwe yên marjînal, jirêketîbûnê xwe yên dijî fitretê, digel tiştên ku bi ser rêxistinên terorê ve berdidan, bi têgehên cîlakirî bi ser gel de disepandin, êdî rê ji bo wan qediya."

Erdogan: "Ji bo demokrasiya Tirkî, ew zêniyata ku heqareta li gel û nûnerên gel, weke siyasetê dihesibîne, rewa nîn e."

Serok Erdogan: "Çiqasî har bibin, bila har bibin, dê nikaribin bibin rêgir ku welatê me bigihije asta xwe ya rewa di warê siyaset û aboriyê de."

Erdogan: "Weke Serok erka me ya destûrî ye ku em hêza serweriya yasadanîn, birêvebirin û darazê, tevî gelê me, li hember hemî tehdîdan biparêzin."

Erdogan: "Bi daketina hejmara pêketinan ber bi asteke diyarkirî, helbet herwekî ku me berî jî dikir, emê sînordarkirinan bi qedeme qedeme kêm bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE