"Êdî Tirkiye ji xwe bawer e, bala xwe daye ser armancên xwe"

"Di nav 500î da di nav 100î da em dixwazin ku bila zanîngehên me ne bi qasî tiliyên desta bila bi qasî ku em pê serbilind bibin, cih bigirin."

"Êdî Tirkiye ji xwe bawer e, bala xwe daye ser armancên xwe"

Serok Erdoğan di merasîmê hîmdanîna kulliyeyê de axivî.

Ji axaftina Erdogan;

"Bi îzna Xwedê ekîbên me li Albanyayê cihê herî guncaw wê dest bi xebatê bike û wek birayên wan ên Tirk em ê jî li wê derê 500 xanî çêkin."

"Serfiraziyên zanîngehên me ji bo welatê me serfiraziya herî mezin e, û divê ev bibe sedema serbilindiyê. Wek Serokomar di vê mijarê da yê ku dikeve ser milê min ez ê bi cih bînim."

"Wexta me li welatê xwe hejmara zanîngehan ji 76an derxist 207an me li gor skorê hereket nekir. Me hewl da ku ji zanîngehên berê bigir heta zanîngehên nû hemû zanîngeh di warê perwerdeya bilind da kêrhatî bin û ji hêla kapasîte û bingehê va baş bin."

"Di nav 500î da di nav 100î da em dixwazin ku bila zanîngehên me ne bi qasî tiliyên desta bila bi qasî ku em pê serbilind bibin, cih bigirin."

"Ev erdnîgarî ji xeynî hesasiyetên der barê baweriya xwe da xwediyê wê çandê ye ku her îmkan û nirxan himbêz bike."

"Çawa ku sedema tengasiyên li alema Îslamê Îslam nîne, em nikarin krîzên di paşerojê da qewimîne biavêjin ser milet û çanda xwe"

"Em roja ku dest bi şibandina hin kesên din bikin û wan li navenda jiyanê bi cih bikin, mîna xwe nefikirin, mîna xwe nebin û ji bo xwe çênekin, em ew roj dest bi windakirinê dikin."

 "Tirkiye piştî veguherîna di 17 salan da kir ne bi tenê di qada zanistanê di hemû qadan da kete kulvareke cuda."

"Êdî Tirkiyeke ku ji xwe bawer e, bi hêza xwe bawer e, bala xwe daye ser armancên xwe, dek û dolaban serobin dike, heye."

 "Ji zanîngehên me heviya me ew e ku çanda hemû mirovahiyê bi kar bînin û doza me ya şaristaniyê ji hemû pêşdaraziyan dûr hêzdar û mezin bikin."

"Serokomarê Fransayê Birêz Macron, ez ji Tirkiyeyê bang dikim, ez ê li NATOyê jî bibêjim, beriya her tiştî tu mirina mêjiyê xwe bide kontrolkirin."

"Çavê hin welatên qet rîskê hilnadin û her tim hînî qezenckirinê bûne ji bo Tirkiye ya ku li heqê xwe digere û ji bo parastina hiqûq û serdestiya xwe hewl dide, bar nabe."

"Yê ku hesasiyetên welatê me tune hesab dike û tu eleqeyeke wî bi Sûriyeyê tune lê dixwaze pencikan biavêje Fransa bi xwe ye."

 "(Li Sûriyeyê hebûna Fransayê) Selahiyet û heqê te tuneye tu li wir bî. Rejimê jî gazî te nekiriye."

"Heke tehdîdên li ser welatê me yên ji herêmê û aliyên din di demeke maqul da neyên berterefkirin em ê bê teredut karê xwe bi xwe bikin."

"Dema mesele îstiqlal û îstiqbala Tirkiyeyê be dibê êdî bê zanîn ku quweta Tirkiyeyê heye, biryardar e û xwedî îmkan e ku her tiştî bike."AA

Dîroka nûkirinê: 29 Mijdar 2019, 17:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE