''Êdî tu kes nikare ji ber bêçareseriya li Qibrîsê terefê Tirkan cirmê bike''

''Êdî tu kes nikare ji ber bêçareseriya li Qibrîsê terefê Tirkan cirmê bike''

Serok Recep Tayyîp Erdogan got ku li Qibrîsê heger pêvajoyeke mizakereyê ya nû çêbe divê ev ne di nav du civakên cuda da di nav du dewletan da bê meşandin.

Erdogan ji Qesra Wehdedîn bi weşana zindî beşdarî merasima tunêla avê ya Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur bû.

Serok Erdogan diyar kir bi pergala derbaskirina ji behrê ya hilawistî salê 75 milyon mêtrokup av ji Tirkiyeyê şandine Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur û wiha axivî, "Armanca me ew e ku Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur pêşva here û gelê Tirkên Qibrîsê bibin xwediyê pêşerojeke geş û pêşketî. Bi projeyên ku tengasiya avê çareser dikin va me biryardariya xwe nîşan da em ê Tirkên Qibrîsê mihtacî kesî nekin."

Erdogan diyar kir kesên di pişt deriyên girtî da heqên Tirkên Qibrîsê teslim kirin gava mesele hat ser kar û xebatê jî mixabin xwe li kerr û laliyê danîn.Serokomar Erdogan destnîşan kir hişmendiya li giravê civaka Tirkan wekhev nabîne û heta înkar dike pirsgirêka Qibrîsê kiriye mîna lareşiyê û wiha peyivî, "Mizekereyên Qibrîsê ji ber helwesta terefê Rûman ya nelihevkirinê û ji rastiyên giravê dûr û gewîtiyê bêencam man. Êdî tu kes nikare ji ber bêçareseriya li Qibrîsê terefê Tirkan cirmê bike. Em ê bi tu awayî heqên Tirkên Qibrîsê yên li ser çavkaniyên vejenê yên li Rojhilatê Behra Sipî bi kesî nedin xwarin."

Erdogan diyar kir li Qibrîsê heger pêvajoyeke mizakereyê ya nû çêbe divê ev ne di nav du civakên cuda da di nav du dewletan da bê meşandin û wiha pê da çû, "Ji bona li Rojhilatê Behra Sipî aştî, ewlehî, îstiqrar û refah çêbe em ê her gav li cem gelê Tirkên Qibrîsê bin. Divê statu û desthilatdariya wekhev ya Tirkên Qibrîsê bê piştrastkirin û mizakere peyra dest pê bikin. Redkirina çareseriya dudewletî redkirina desthilatdarî, wekhevî, serxwebûn û dewleta gelê Tirkên Qibrîsê ye. Ne em û ne jî Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur destdanîna ser heq qebûl nake."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE