"Êdî wext hatiye ku YPGyî ji Minbicê bên derxistin"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Êdî wext hatiye ku YPGyî bi tevahî ji Minbicê bên derxistin û ew der ji xelkê herêmê ra bimîne."

"Êdî wext hatiye ku YPGyî ji Minbicê bên derxistin"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got "Êdî wext hatiye ku YPGyî bi tevahî ji Minbicê bên derxistin û ew der ji xelkê herêmê ra bimîne."

Çavuşoglu li Swîsreya ku ji bo ziyaretên fermî lê ye der barê rojevê da axivî.

Wezîr Çavuşoglu der barê wezîfeya dewriyeyê ya Hêzên Artêşa Tirkiyeyê û Hêzên Amerîkayê ya hevpar da wiha got: "Di wext da hinek derengî çêbû, lê tetbîqatên heta niha me bi awayekî cuda kirin û xebatên wezîfedarên din kirin, girîng in."

Çavuşoglu behsa Minbicê kir û got: "Êdî wext hatiye ku YPGyî bi tevahî ji Minbicê bên derxistin û ew der ji xelkê herêmê ra bimîne. Him ji hêla rêvebiriyê û him jî ji hêla hêzên ewlekariyê va wext hatiye."

Der barê lihevkirina bi Amerîkayê ra da jî Çavuşoglu wiha axivî: "Derengiyeke ji ber wan çêbû li holê heye, lê em nikarin bibêjin bi tevahî xirab dimeşe an jî qet nameşe."

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE