Dadgeha Destûrê di doza girtina HDPyê da lêkolîna ewil dê 31ê Adarê bike

Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûrê (DD) di doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da lêkolîna ewil dê 31ê Adara 2021ê bike.

Dadgeha Destûrê di doza girtina HDPyê da lêkolîna ewil dê 31ê Adarê bike

Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûrê (DD) di doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da lêkolîna ewil dê 31ê Adara 2021ê bike.

Li gorî rojeva ku li ser malpera Dadgeha Bilind hat parvekirin, lêkolîna ewil a Lijneya Giştî ya li ser dozê dê 31ê Adarê pêk were û her wiha heyeta DDyê dê bi lêkolîna ewil va biryara wê yekê bide ka îdianame dê were qebûlkirin an na.

Heger were qebûlkirin, ji bo pêşparastinê îdianame dê ji HDPyê ra were şandin. HDP divê di maweya destnîşankirî da pêşparastina xwe pêşkêşî Dadgeha Bilind bike. Lê partî dikare serî lê bide û zêdetir mawe bixwaze. Ji bo vê yekê jî dîsa biryara DDyê pêwîst dike.

Piştî ku partî pêşparastina xwe pêşkêş bike, Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahin dê nêrîna xwe ya li ser esasê pêşkêş bike.

Ev nêrîn jî dê ji HDPyê ra were şandin. Paşê jî di dîrokeke ku DD dê kifş bike da Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahin dê daxuyaniya devkî bide, berpirsên HDPyê jî dê parastina devkî bikin.

Di dawiya van hemû pêvajoyan da raportor jî dê agahî û belgeyên li ser dozê kom bike û rapora xwe amade bike. 

Piştî ku rapor ji endamên DDyê ra werin şandin, Serok Zuhtu Arslan ji bo civînê dê rojekê kifş bike û di roja diyarkirî da endam dê bicivin û dê daxwaza girtinê gotûbêj bikin.

- Ji bo biryarê ji 15 endaman dengê 10 endaman pêwîst e

Doza girtina HDPyê dê heyeta DDyê ku ji 15 kesan pêk tê bibe serî. Ji bo biryarê ji 15 endaman dengê 10 endaman pêwîst e.

Biryara ku di encama doza girtina partiya siyasî da were dayîn, pêşiyê dê ji Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind û her wiha partiya siyasî ya eleqedar ra were teblîxkirin û dû ra jî dê di Rojnameya Fermî da were weşand.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE