Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûrê serlêdana ji bona betalkirina rakirina parêzbendiya Omer Faruk Gergerlîogluyê parlementerê HDPyî hatibû kirin, ji ber bêrayebûnê, bi yek dengî betal kir.
Parlementerê HDPê yê Stenbolê Erol Katircioglu bi armanca ku betalkirina rakirina parlementeriya Gergerlîoglu serî li Dadgeha Destûrê dabû û Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûrê jî di civîna rojevê da li ser vê mijarê axivî.
Lijneya Giştî bi yek dengî ev serlêdan betal kir. Li gor agahiyên hatin hildan qismê duyemîn ê xala 84emîn a Makezagonê ku mijara rakirina parêzbendiyê di nav xwe da dihewîne raye nade Dadgeha Destûrê û ji ber vê jî serlêdan hat redkirin.
- 2 sal û 6 meh cezayê hepsê yê lê hatibû birîn hat pesendkirin
Gergerliogluyê HDPyî ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê" 2 sal û 6 meh cezayê hebsê xwaribû. Cezayê Gergerlioglu ji hêla Daîreya 16emîn a Dadgeha Bilind va hatibû pesendkirin.
Di Lijneya Giştî ya Meclisê da tezkereya Serokomariyê ya li ser cezayê ku dadgehê ji bo Gergerliogluyê HDPyî dabû, hatibû xwendin. Di çarçoveya Destûrê da jî piştî tezkereya ku li Lijneya Giştî hat xwendin, parlamenteriya Gergerlioglu betal bûbû.