Danezana civîna MGKê

Civîna ku bin serokatiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de li Kulliyeya Serokomariyê hat kirin kêm zêde 5 saet dewam kir.

Danezana civîna MGKê

 Civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) xilas bû...Civîna ku bin serokatiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de li Kulliyeya Serokomariyê hat kirin kêm zêde 5 saet dewam kir.

Piştî civînê bi danezanê derbarê civînê de daxuyanî hat dayîn

ji wê daxuyanî:

"Hin welêt rêxistinê terorê yên proje yên wekî FETO/PDY û PYD/YPGya şaxa Sûriyeyê ya PKK/KCKyê wekî rêxistinên terorê nabînin û ev yek jî zirarê dide têkoşîna dijî terorîzmê"

"Hat teyîtkirin ku dê musadeyê tu geşedanên dijî heq û menfeatên Tirkiye û KKTCyê neyê kirin."

"Dijî tehdîda ser sînorên Başûr ên Tirkiyeyê ya ji ber hebûna rêxistinên terorê yên ku li Sûriye û Iraqê bi cî bûne ji bo pêkanîna ewlehiya can û malê welatiyên me têkoşîn dê bênavber û biryardarî bê dewamkirin."

"(Sûriye) Hat diyarkirin ku tehdîda herî mezin a dijî çareseriya siyasî ji rêxistinbûna terorê ya li rojhilatê Feratê derdikeve"

 "Li ser girîngiya ji bo ku li Sûriyeyê çareseriyeke mayînde bê dîtin di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de demildest Komîteya Destûra Bingehîn bê avakirin, tetbîqkirina nexşerêya ku ji bo çareseriyê hatiye diyarkirin sekinîn; ji bo vê bangî aliyan kirin ku maqûl û bilez tevbigerin."

"Hat destnîşankirin ku dê hember tu emrêwaqiên li Sûriyeyê destûr neyê dayîn û mafê xweparastina rewa bê bikaranîn."

"Bi awayekî hêzdar hat gotin ku dê li hember binyada demografîk a ku PYD-YPGê bi zilmkirina gelê herêmê û zorî koçkirinê guhert dê bêdeng nemînin"

"Hat destnîşankirin ku dê operasyonên ku Artêşa Tirkiyeyê dijî hebûna PKK/KCKya rêxistina terorê ya li Iraqê ya ku ji bo Ewlehiya Neteweyî ya welatê me tehdîde dikin dewam bikin, carekî din hat destnîşankirin ku Tirkiye PKK/KCK û DEAŞ jî di nav de dijî hemû rêxistinên terorê li ba gel û hikûmeta Iraqê ye."

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2018, 09:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE