Danezana Lijneya Ewlehiyê

“Vegotinên Emerîkayê yên gefxur tu carî nayên qebûlkirin”

Danezana Lijneya Ewlehiyê

Lûtkeya dewletê bertekeke tund nîşanî vegotinên Serokê Emerîkayê Donald Trump da ku Trump gef li Tirkiyeyê xwaribû. di Civîna Lijneya Ewlehiyê(MGK) de hat gotin “vegotinên emerîkayê yên gefxur tu carî neyên qebûlkirin.” hat destnîşankirin ku ev vegotin wê zirareke bê çare bide têkiliyan. civînê 5 saet dewam kir û sûriye jî hat axaftin.

Lijneya Ewlehiyê bi şiklê xwe yê nû civiya.

Serok Recep Tayyip Erdogan serokatiya civînê kir.

Civînê 5 saet dewam kir û bertek hat nîşandan vegotinên Serokê Emerîkayê Donald Trump ku Trump li dijî Tirkiyeyê bi awayekî gefxur twît avêtibû.

Daxuyaniyên li ser papaz Bronson û sekinandina firotina firokeyên F-35an hatin rexnekirin.

Mijara sereke ya civînê têkoşîna li dijî terorê bû.

Hat gotin ku li dijî hemû rêxistinên terorî têkoşîn wê bidome.

Meseleya Suriyeyê jî di civîna ewlehiyê de hat nirxandin.

 “li ser munbîcê lihevkirina me ya bi emerîkayê re dê ji bo çareseriya meseleya sûriyeyê sûdewer be. bi tevdîrên ewlehiyê yên li herêmê gelê wir dê bikaribe vegere mala xwe, ev tevdîr hatin nirxandin. hat destnîşankirin ku di vê mijarê de gavên hewce dê bên avêtin.”

Wekî din Fuat Oktayê ku berê wek Musteşarê Serokwezîrtiyê tev li civînê dibû, vê carê wek alîkarê serokkomar di civînê de bû.

Hulusi Akar berê wek sererkan, bi unîformaya  xwe dihat civînê, ew jî vê carê wek wezîrê parastinê di civînê de bû.

Orgeneral Yaşar Guler cara ewil wek sererkan tev li civînê bû.

Endamê nû yê lijneyê jî fermandarê hêzên bejayî Orgeneral Ümit Dündar e.

Ligel wezîrên dad, karên hundir û derve, sekreterê giştî yê serokkomariyê Fahrettin Kasirga, serokê MÎT’ê Hakan Fidan û serokê ragihandê yê serokkomariyê Fahrettin Altun jî di civînê de cî girtin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE