Danezana Lijneya Ewlekariya Neteweyî

Di danezanê de ji bo herêma ewle gotin “Korîdora Aştiyê”

Danezana Lijneya Ewlekariya Neteweyî

Ji bo herêma ewle cara ewil îfadeya “korîdora aştiyê” di belgeyeke fermî de hat bikaranîn. ji ber helwesta înterpolê ya derbarê serkêşên rêxistinên terorî fetö û ypg’yê de bertek hat nîşandan. careke din biryardariya têkoşîna li dijî terorê hat eşkerekirin. di civîna lijneya ewlehiya neteweyî ya bi Serokatiya Serok Erdoğan de, mijarên girîng hatin axaftin. ev civîna girîng 6 saetan dewam kir.

Navê fermî yê herêma ewle ya ku tê xwestin li bakurê Sûriyeyê were avakirin, eşkere bû.

Di danezana Lijneya Ewlehiya Neteweyî de ji bo herêma ewle îfadeya “Korîdora Aştiyê” hat bikaranîn.

PEYAMÊN JI DANEZANÊ

“li seranserê sînorê me yê sûriyeyê valahiyeke otorîteyê heye û ev yek ji bo welatê me gef e. di çarçoveya ewlehiya sînorê me de bi navê “korîdora aştiyê” wê herêm ji hemû rêxistinên terorî were paqijkirin. em ê ji bo vê yekê bi hemû hêza xwe bixebitin. derbarê vê yekê de em gelek biryardar in.”

Li Beştepeyê civîna herî dirêj a Lijneya Ewlehiya Neteweyî hat kirin.

Civîna bi serokatiya Serok Erdoğan 6 saetan dewam kir.

Di danezana MGK’ê de li dijî İnterpolê bertek hat nîşandin ku navên rêvebirên rêxistina terorî YPG’ê ji lîsteya sor derxistin.

“di serî de navên rêvebirên pyd – ypg’ê ku şaxa rêxistina terorî pkk’ê ya li sûriyê ye, hin terorîst ji lîsteya sor hatine derxistin. navên hin rêvebirên rêxistina terorî fetö’yê jî naxin nav lîsteya sor. ev hewl zirarê dide têkoşîna li dijî terorê ya navdewletî. kiryarên bi vî rengî ne li gorî avakirina interolê ne.”

Têkoşîna li dijî terorî, di danezana MGK’ê de mijara sereke bû.

Hat ragihandin ku operasyonên bi navên PENCE – 1 û PENCE – 2 ên bi ser Bakurê İraqê de bi serkeftî didomin.

Hat gotin ku heya herêm ji hemû terorîstan neyê paqijkirin wê operasyon dewam bikin.

Geşedanên li ser Rojhilatê Behraspî jî hatin nirxandin.

Di danezana MGK’ê bal hat kişandin ser mafên hiqûqa navdewletî û hat gotin: berjewendî û mafên me wê bên parastin.

Hat gotin ku ji ber mafên hiqûqa navdewletî li rojhilatê behraspî û li komara tirk a bakûrê qibrisê wê hemû maf û berjewendiyên me bên parastin. ji bo li herêmê aştî û îstikrar pêk bê û hevkarî xurt bibe jî wê hewla me ya bibiryar û di cih de dewam bike.

Dîroka nûkirinê: 31 Tîrmeh 2019, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE