"Daraza Yewnanistanê li cem derbekaran cî girt"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: "Daraza Yewnanistanê li cem neyarên Tirkiyeyê û derbekeran cî girt. Ev helwest ji alîkariya terorê xirabtir e û şermeke giran e"

"Daraza Yewnanistanê li cem derbekaran cî girt"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: "Daraza Yewnanistanê li cem neyarên Tirkiyeyê û derbekeran cî girt. Ev helwest ji alîkariya terorê xirabtir e û şermeke giran e."

Çelik ji ber ku daraza Yewnanistanê heqê îlticayê da derbekarên piştî hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê revîn Yewnanistanê, li ser Twitterê daxuyanî da.

Omer Çelik destnîşan kir daraza Yewnanistanê li cem neyarên Tirkiyeyê û derbekeran cî girt û got ev helwest ji alîkariya terorê xirabtir e û şermeke giran e.

Berdevkê AK Partiyê Çelik diyar kir li Yewnanistanê meqamên darazê biryarên ku derbekaran hîmaye dikin hildidin û got ev jî nîşan dide guh nadin hiqûqê û wiha dewam kir: "Em ê kesên çekan didin terorîstan û bi biryarên darazê derbekeran hîmaye dikin tu wextê ji bîr nekin." AA

Dîroka nûkirinê: 22 Tebax 2018, 15:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE