"Daristanên me yên ku şewitîn, dê bi teqez ji bo mebesteke din, tevî çandinî û geştiyariyê jî, neyên bikaranîn"

Serok Erdogan: "Daristanên me yên ku şewitîn, dê li gorî madeya 169emîn a Destûra me jinû ve werin vejandin, dê bi tqez ji bo mebesteke din weke çandinî û geştiyariyê neyên bikaranîn."

"Daristanên me yên ku şewitîn, dê bi teqez ji bo mebesteke din, tevî çandinî û geştiyariyê jî, neyên bikaranîn"

Serok Erdogan piştî civîna Kabîneya Serokomariyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Erdogan derbarê şewatên daristanan wiha axivî:

"Tevî yên ku dikarin felaketeke bi vî şiklî jî îstismar bikin jî digel milletê xwe em li dijî wê afata mezin biser ketin. Welatiyên me yên ku xaniyên wan bi temamî ji kar ketine, emê heta herî dereng di nava salekê de xaniyê nû bidin wan. Daristanên me yên ku şewitîn, dê li gorî madeya 169emîn a Destûra me jinû ve werin vejandin, dê bi tqez ji bo mebesteke din weke çandinî û geştiyariyê neyên bikaranîn."

Erdogan ji bo kampanyaya AFADê jî wiha got, "Me digel wezîrên me yên di kabîneya me de û hevkarên xwe biryar da ku em hevbeşiya vê kampanyaya bi buhayê 7 milyon û 430 hezar lîreyî bikin."

Serok Erdogan wiha pê de çû:

"Ji bo nûjenkirinê emê planên xwe yên derbarê afatên weke şewatên daristanan, lehî û hezaz digel ên hişkesaliyê, reçav bikin. Li dewsa her dareke şewitî emê zêdetir biçînin, ji dêvla her xaniyekî şewitî yekî nû ava bikin, her avahiyeke ku ji ber lehiyê rûxiya be emê saxlemtir ava bikin. Me çawa ev millet ji teselluta rêxistinên terorê, hewesdarên derbeyê, xefikvederên aboriyê nehiştibe, emê li hember felaketan jî bi tenê nehêlin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE