Daxuyaniya hevpar a Serok Erdogan-Putîn

Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtin li Balafirgeha Navneteweyî ya Jukovskiya Moskowê Civîna hevbeş a Çapemeniyê li dar xistin.

Daxuyaniya hevpar a Serok Erdogan-Putîn

Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtin li Balafirgeha Navneteweyî ya Jukovskiya Moskowê Civîna hevbeş a Çapemeniyê li dar xistin.

Erdogan û Putîn li Moskowê hatin bal hev

Serok Erdogan got, "Li Îdlibê di êrîşên rejimê da ji gulanê va ji 500î zêdetir mirovên bêguneh mirin, ji hezar û 200î zêdetir sivîl birîndar bûn. Nayê qebûlkirin ku rejim bi hinceta têkoşîna dijî terorîzmê ji bejayê û asîmanan mirinê ser sivîlan da bibarîne."

Serok Erdogan herwiha got, "Em encax dema ku rejimê dawî li êrîşên xwe anî berpirsyarên ku bi mutabaqata Soçiyê dikevin ser me bi cî bînin."

Erdogan ji bo êrîşên rejimê wiha got, "Bi taybetî seranserê sînorên welat, me sewqî midafayê dike û em mecbûr in pêngavên hewce biavêjin. Mebesta me ew e ku xwîna dirije bisekine, Sûriyeya cîranê me bigihêje atmosfera aramiyê ya ku ev 8 sal in hesreta wê dikşîne."

Serok Erdogan got, "Em dixwazin ku rêxistina terorê ya li Minbicê ber bi Kobanê û rojhilatê va herêm biterikîne û soza herêma ewledar bi cî bînin."

- "Avakirina herêma ewledar pêngaveke erênî ye"

Serokdewletê Rûsyayê Putîn got, "Têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê li gor dostanî, rêzgirtin û berjewendiyên dualî pêş dikevin. Rûsya û Tirkiye di çareseriya qeyrana Sûriyeyê da xebatên xwe yên formata Astanaya ku pêvajoya herî behredar e bi awayekî berdar didomînin. Me bi Serokomarê Tirkiyeyê ra ji bo jiholêrakirina terorîstên li Îdlibê û tiştên divê li wir bên kirin da li hev kir."

Putîn herwiha got, "Em ji ber rewşa li Îdlibê bi fikar in. Me bi Tirkiyeyê ra ji bo tunekirina terorîstan çarçoveya tevdîrên din diyar kir. Li sînorên başûr ên Tirkiyeyê avakirina herêma ewledar ji bo yekîtiya axa Sûriyeyê jî pêngaveke erênî ye. Em hesasiyetên Tirkiyeyê gelekî baş fehm dikin. Divê ewlehiya sînorên wê bê pêkanîn, ev mafê rewa yê Tirkiyeyê ye."

Putîn wiha jî got,"Di mijara balafira Su-35an da xebatên hevpar dikarin bên kirin. Li ser Su-57an jî dikare hevkarî bê kirin. Derfetên me gelek in."

Dîroka nûkirinê: 28 Tebax 2019, 09:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE