Daxuyaniya ji bo operasyona li rojhilatê feratê

Serok Erdogan: "Em ê operasyona xwe ya ji bona ku rojhilatê Feratê ji rêxistina terorê ya cudakar paqij bikin di nav çend rojan da bidin despêkirin."

Daxuyaniya ji bo operasyona li rojhilatê feratê

Serok Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em ê operasyona xwe ya ji bona ku rojhilatê Feratê ji rêxistina terorê ya cudakar paqij bikin di nav çend rojan da bidin despêkirin."

Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel ya Beştepeyê di Civîna Pîşesaziya Parastinê ya Tirkiyeyê da axivî.

Serok Erdogan di xeberdana xwe da der barê xebatên di warê pîşesaziya parastinê da wiha got: "Ji ber xebatên di 16 salên dawîn da me welatê xwe anî asteke baş û pêşketî."

Erdogan destnîşan kir çavkaniyên sirûştî û pereyê ku ji ticaretê tê qezenckirin hebe jî heger di pîşesaziya parastinê da meriv negihîje astekê meriv nikare azadiya xwe biparêze û wiha got: "Em xebatên ku heta niha hatine kirin wekî ceribandin û hînbûnê dibînin. Înşellah ji niha pê va em ê hê zêdetir bixebitin."

Serok Erdogan diyar kir di warê pîşesaziya parastinê da di 650 warî da xebatên curbecur dişopînin ku berdêla projeyê 60 milyar dolar e û wiha peyivî: "Em ê firokeya Atakê zeximtir bikin. Xebatên ji bona pêşvabirina balafira şer ya neteweyî jî dewam dikin. Tanka Altay ya ku me bi teknolojiya teze çêkir ew ê ji prototîpê derbas bibe û têkeve xizmeta Artêşa Tirkiyeyê. Sektora me ya taybet derket meydanê û wesayîta hewayî ya bêmirov jî wesayîta hewayî ya bêmirov û çekdar jî çêkir. Vêga wê hê zêdetir pêşkevin, ez vê bawer dikim. Wê hê yên xurtir jî çêkin. Fuzeyên me yên wek Kasirga, Bora, Somê hatine asta hilberîna serî, ji bo modelên nûtir jî xebatên me didomin. Ew jî çêkirina fuzeyên menzîldirêjtir û hilberîna wan e. Di vê qadê da em ê gaveke girîng jî bi fuzeyên menzîldirêj biavêjin jî, em diavêjin. Di projeyê da ceribandin hatin kutakirin û bi vê projeyê va Tirkiye wê derkeve asteke bilind."

Erdogan diyar kir ku navê firokeya bi meqsed a bi îmkanên xwemalî hat çêkirin danîn "Gokbey".

Erdogan destnîşan kir cardin telîmatê didim hemû saziyan ku bira tu amûr û berhemeke ku acîl nîne ji dervayî welêt îtxal nekin û wiha axivî: "Tirkiye dikare hemû hewcedariyên xwe yên stratejîk ên pîşesaziya parastinê bi xwe pêş bixe, em ê hetanî çêkirina wan nesekinin û bixebitin."

Serok Erdogan diyar kir bakurê Sûriyeyê başûrê Tirkiyeyê ye û wiha got: "Hewl didin korîdora terorê li wê derê ava bikin. Em dibêjin 'Ev terorîst in', hevkarên me yên stratejîk di serê da Amerîka dibêje 'Ev terorîst nînin'. Ev şaxên PKKyê ne, îspat li holê ne. Hûn çima bi me ra tevnagerin û diçin bi wan ra tevdigerin?"

Erdogan di xeberdana xwe da der barê Minbicê da wiha got: "Me li Minbicê hê encamekê bi dest nexistiye. Niha Birêz Serok daxuyanî da û dibêje 'di nav 30 rojan da em ê hemûyan paqij bikin.' Em ê bibînin. Hêvî dikim ku paqij bikin."

Serok Erdogan diyar kir li Minbicê teqdîqa dengdayînê ya ku înkara wê minkun nîne hatiye sepandin û got ku nika ev hê tê sepandin.

Serok Erdogan diyar kir li Îdlibê rê li ber qeyraneke însanî ya mezin girtine û got dor hatiye ku em li rojhilatê Feratê komên terorê belawela bikin.

Erdogan destnîşan kir Amerîkayî li rûyê me erênî diaxivin ligel vê li dijî DEAŞê yekeyên rêxistina terorê berî qadê dan û wiha got: "Herî dawîn jî dest pê kirin ku perwerdeyê bidin 30 hezar terorîstên li herêmê. Dibêjin 'Tiştekî wisa tune'. Medyaya hemû dinyayê ev îsbat kiriye. Di destê hemûyan da agahî hene. Gelo ev rast e? Gelo hûn dizanin ku çi dikin?"

Serok  Erdogan der barê rojhilatê Feratê da wiha axivî: "Me dema ji bo rojhilatê Feratê hişyarî dida di heman demê da amadehiyên xwe jî temam kirin."

Erdogan diyar kir li Sûriyeyê êdî tehdîdeke wekî DEAŞê tuneye û got ku ev ji bo me çîrokek e û wiha dewam kir: "Qala qadeke 150 kîlomêtroqereyî tê kirin ku çalak e. Heger hemû mesele ev be em amade ne ku hêzên DEAŞê demildest berteref bikin."

Serok Erdogan destnîşan kir Amerîka her diçe têkiliyên xwe yên bi rêxistina terorê ya cudarkar ra pêşva dibe, heta bi hev ra ala, yanê paçên wan hejandin û dihejînin û wiha axivî: "Bi kê ra hevaltiyê dike? Alaya wan û paçên wan li kêleka hev in. Heta mesele anîn asta dewriyeya hevbeş û perwerdeya hevbeş."

Erdogan balê kişand ser operasyona li rojhilatê Feratê û wiha axivî: "Me got ku em ê di nav çend rojan da herekata ji bo rojhilatê Feratê ji rêxistina terorê xilas bikin bidin destpêkirin."

Serok Erdogan der barê operasyona li rojhilatê Feratê da got ku hedefa me eskerên Amerîkayê nînin, endamên rêxistina terorê yên li herêmê ne.

Serok Erdogan diyar kir li rojhilata Feratê hedefa radar û baregehên çavdêriyê yên ku Amerîkayê ava kirin, ne ji bo ku welatê wan ji terorîstan biparêze ye û wiha got: "Terorîstan ji Tirkiyeyê parastin e, ev eşkere ye."

Serok Erdogan diyar kir ji bo çekên ku dan şaxa Sûriyeyê ya rêxistina terorê îtiraz kirie û wiha peyivî: "Gotin 'me çekên giran nedane'. Soz dan ku dema tehdîda DEAŞê ji holê rabe ewê çekên heyî jî wê berhev bikin. Hûn kî dixapînin?"

Erdogan destnîşan kir ji sedî 80-85ê Minbîcê Ereb e, lê niha rêxistinên terorê li wir in û wiha axivî: "Ew durist tevnagerin, hê jî terorîstan ji wir dernaxin. Wê demê emê derxin, kar dikeve li ser milê me."

Serok  Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da wiha got: "Dilgel her tiştî bi şertê ku em di mijarên rast da werin bal hev, em Amerîkayê wek mitefîqê xwe yê stratejîk ê ku em ê di paşerojê da bi hev ra rê bimeşin, dibinîn. Her çend di mijara Sûriyeyê da ku em wek meseleya beqaya welatê xwe dibînin, em wek hev nafikirin, divê em destûrê nedin ku ev mijar di paşerojê da ji tevkariyên me yên mezintir ra bibe asteng."AA

Dîroka nûkirinê: 12 Kanûn 2018, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE