Daxuyaniya li ser geşedanên li rojhilatê firatê

"Tu niyeta me tune ku em ne ji endamtiya NATOyê ne jî ji mitefîqên xwe devê berdin."

Daxuyaniya li ser geşedanên li rojhilatê firatê

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Tu niyeta me tune ku em ne ji endamtiya NATOyê ne jî ji mitefîqên xwe devê berdin."

Serokomar Erdogan di Merasima Dîplome ya Dibistanên Herbê ya Zanîngeha Parastina Neteweyî da axivî.

Ji axaftina Serokomar hin sernavên derketin pêş ev in: "Artêşa Tirkiyeya ya ku ji nav hembêza gelê me derketiye herçiqas di heyamên derbe, cunta û wesayetê da hatibe peritandin jî her dem bû temînata herî mezin a îstiqlal û îstiqbala me û dê ji niha pê va jî wisa be.

Rêxistina terorê ya ku me têk bir xwe sipart bin siya welatekî ku mitefîqê me ye û fealiyetên xwe didome û ev yek jî îro wekî pirsgirêkeke cuda li pêşiya me disekine.

Li rojhilatê Feratê zilma rêxistina terorê ya li ser gelê herêmê êdî hatiye asteke wisa ku nayê veşartin.

Ji bo herêma ewle ya ku dê seranserê hemû sînorên me yên li rojhilatê Feratê bê avakirin zêde sebr û wextê me tune.

Heke eskerên me di nav çend hefteyan da herêmê kontrol nekin em ê plana xwe ya herekatê bixin dewrê."AA

Dîroka nûkirinê: 31 Tebax 2019, 17:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE