Daxuyaniya li ser maweya eskeriyê

"Niha berpirsyarê sereke yê vê xebatê Wezîrê Parastina Neteweyî ye û li ber jî di serî da hêzên çekdar, Sererkan û fermandar wê bixebitin. "

Daxuyaniya li ser maweya eskeriyê

Serok Erdogan: "Em bi biryar in ku îtifaqa Cumhur nedin xerakirin."

 "(Îtifaqa Cumhur) Di heyama ku heft duwel bi hev ra êrîşî dewlet û gelê me dikin da ev hilbijartina herêmî zehf girîng e."

 "Piştî ku hevalên me yên xebatên teknikî dimeşînin xebatên xwe temam kirin dibe ku di nav vê hefteyê da ez û Birêz Bahçelî bicivin."

Serok Erdogan ji bona îdiaya ku Serokê MÎTê Fîdan bi endamên Kongreya Amerîkayê ra civiyaye wiha got: "Piştî serdana li Amerîkaya Latîn Serokê MÎTê ji wir çû Kanadayê, dibe ku piştî Kanadayê geşedaneke wiha çêbûbe. Lewra em dixwazin her dem wan jî agahdar bikin. Haya min ji agahdarkirina li wir tuneye, lê haya min ji serdana li Kanadayê heye."

Serok Erdogan ji bo xebata li ser maweya eskeriyê tê kirin wiha got: "Niha berpirsyarê sereke yê vê xebatê Wezîrê Parastina Neteweyî ye û li ber jî di serî da hêzên çekdar, Sererkan û fermandar wê bixebitin. Piştî xebatê wê pêşkêşî me bikin, em ê binirxînin ka maqûl e yan na. Gorî rewşê em ê gavê biavêjin."

Dîroka nûkirinê: 07 Kanûn 2018, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE