Daxuyaniya li ser têkoşîna dijî FETOyê

Erdogan di 174emîn Salvegera Damezrandina Teşkîlata Ewlehiyê û Merasima Vekirina Avahiya Nû ya Serokatiya Herekata Taybet a Golbaşiyê da axivî.

Daxuyaniya li ser têkoşîna dijî FETOyê

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê têkoşîna dijî FETOyê de got ku "Em bi xebateke baldar bêyî ku kesî mexdûr bikin lê bi cehda ku xaînek jî bê ceza nemîne têkoşînê didomînin."

Erdogan di 174emîn Salvegera Damezrandina Teşkîlata Ewlehiyê û Merasima Vekirina Avahiya Nû ya Serokatiya Herekata Taybet a Golbaşiyê da axivî.

Serokomar Erdogan qala têkoşîna dijî FETOyê kir û ev gotin: 

"Niha li girtîgehan 20 hezar û 226 hê mehkûm, 10 hezar û 333 jê girtî bi tevahî 30 hezar û 559 endamên FETOyê hene. Jimara kesên ku heta îro ji nav teşkîlata me ya ewlehiyê hatine îxrackirin ji 31 hezarî derbas bû. Jimara kesên ku ji nav artêşê hatin îxrackirin ji 15 hezarî, jimara kesên ku ji nav darazê hatin îxrackirin jî ji 4 hezarî zêdetir e. Em bi xebateke baldar bêyî ku kesî mexdûr bikin lê bi cehda ku xaînek jî bê ceza nemîne têkoşînê didomînin."

"Me nîşanî wan kesan da ku zen dikin dê bi me çok bidin vedan, ev yek ne mimkûn e"

Serokomar Erdogan got ku "Me bi pêngavên xwe nîşanî wan kesan da ku zen dikin dê bi korîdora terorê ya hewl didin seranserê sînorên me ava bikin û bi me çok bidin vedan, ev yek ne mimkûn e. Em ê di demeke gelekî kurt da bi zimanê ku jê fehm dikin peyamên nû bidin kesên ku li ser heman senaryoyê israr dikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 16:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE