Daxuyaniya piştî MYK'a AK partiyê

Çelik: Encama demokrasiyê li ser serê me û çavê me ye...

Daxuyaniya piştî MYK'a AK partiyê

Piştî lijneya birêvebirina ak partiyê berdevkê partiyê omer çelik derket ber kameryan. li ser rojevê daxuyanî da. omer çelik got, her daîm me rêz li encamên hilbijartinê girtî ye.

Piştî MKYê berdevkê Ak partiyê Omer Çelik derket ber kamerayan derbarên mijarên civînê de daxuyanî da.

Di serê axaftina xwe de Omer Çelîk spasîya partiyên şîrikê îtifaqa Cumhurê kir.

Omer Çelik, di daxuyaniya xwe de qala behsa hilbijartina Stenbolê kir û got, encama demokrasiyê li ser serê me û ser çavê me ye.

Her wiha Çelik got, kesên digotin wê piştî hilbijartinê gel ji hev cûda bibe bila her kesî dît ku tiştekî wisa di navbera gelê me de çênebû ye.

Mijareke din ya di rojeva Çelik de pergala nû ya leşkeriyê bû.

Çelik got, bi pergala nû wê xortên me li ser jiyana xwe plan û bernameyan çêtir bikin.

Çelik li ser helwesta Serokwezîrê Yewnanistanê jî got, Serokwezîrê Yewnanistanê di nav şaşiyek mezin de ye.

Her wiha rageşiya Rojhilatê Behra Spî jî di rojeva Çelik de bû.

Dîroka nûkirinê: 26 Hezîran 2019, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE