Daxuyaniya Walîtiya Hatayê ya li ser êrîşa li Efrînê

Di êrîşa ku YPG/PKKyê li Efrînê bir ser nexweşxaneyê da 13 sivîl hatin kuştin, 27 sivîl birîndar bûn

Daxuyaniya Walîtiya Hatayê ya li ser êrîşa li Efrînê

Walîtiya Hatayê ragihand ku jimara sivîlên ku di êrîşa YPG/PKKya rêxistina terorê ya li ser nexweşxaneya li Efrînê da mirin derket 13an, jimar abirîndaran derket 27an. 

Di daxuyaniya nivîskî ya walîtiyê da hat diyarkirin ku hêmanên YPG/PKKya rêxistina terorê ji herêma Til Rifetê ya bin kontrola rejima Esed da fuzeyên Gradê û top avêtin û guleyan îsabetî Serwîsa Acîl a Nexweşxaneya Şifayê ya Taybet kir. 

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku "Di encama guleyên top û fuzeyên gradê yên ku îsabetî Serwêsa Acîl a Nexweşxaneya Şifayê ya Taybet kirin û 13 sivîl hatin kuştin, jimara birîndaran jî derket 27an."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE