Daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya li ser biryara Behreynê

Wezareta Karên Derva ji ber ku Behreynê biryar da ku bi Îsraîlê ra têkiliyên dîplomatîk bide destpêkirin bertek nîşan da.

Daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya li ser biryara Behreynê

Wezareta Karên Derva ji ber ku Behreynê biryar da ku bi Îsraîlê ra têkiliyên dîplomatîk bide destpêkirin bertek nîşan da.

Wezaretê daxuyand ev biryar dijî teahudên Teşkîlata Hevkariya Îslamê û Miteşebisiya Aştiya Ereban e û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Behreyn li dû Mîrektiyên Yekbûyî Yên Ereb ketiye, dijî teahudên Teşkîlata Hevkariya Îslamê û Miteşebisiya Aştiya Ereban tevdigere û biryar da ku ewê bi Îsraîlê ra têkiiyên dîplomatîk dayne. Em ji ber vê biryarê bifikar in û bi tundî şermezar dikin."

Hat gotin ev biryar wê derbeyê parastina doza Filistînê bixe, Îsraîlê gavên xwe yên nemeşrû yên li hemberî Filistînê bidomîne û ji bo li ser axa Filistînê ya ku dagir kiriye mayînde bimîne ewê bêtîr wêrek tevbigere.

Hat destnîşankirin aştî û îstîqrara Rojhilata Navîn girêdayî çareserkirina pirsgirêka Filistînê ye ku divê ev mijar li gor biryarên Neteweyên Yekbûyî, adilane û berfireh bê çareserkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ji ber zor û zexta hêzên dervayî herêmê û ji bo berjewendiyên biçûk tawîz tên dayîn, lê ev rastiyê ji holê ranake.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE