Daxuyaniyên balyozxaneya Amerîka û yên din ji aliyê Serok Erdogan va erênî hat dîtin

Daxuyaniyên balyozxaneya Amerîka û yên din ji aliyê Serok Erdogan va erênî hat dîtin

Çavkaniyên Serokkomariyê ragihand ku daxuyaniyên balyozxaneya Amerîka û yên din ji aliyê Serok Recep Tayyîp Erdogan va erênî hatiye dîtin.

Li gor daxuyaniya ku AAyê ji çavkaniyên Serokkomariyê hilda, Serok Erdogan daxuyaniya ku balyozxaneya Amerîkayê û yên hin welatên din dan û paşve gav avêtin ku ew girêdayî xala 41em a Peymana Viyanayê ne, erênî dît.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê Twitterê yê Balyozxaneya Enqereyê ya Amerîkayê hatibû dayîn da wiha hatibû gotin, "Li ser pirsên ku der barê daxuyaniya 18ê cotmehê da hatin pirsîn, Amerîka piştrast dike ku ew girêdayî xala 41em a Peymana Viyanayê ya li ser Têkiliyên Dîplomatîk e."

Balyozxaneyên Enqereyê yên Kanada, Fînlandiya, Danîmarka, Hollanda, Swêd, Norveç û Zelandaya Nû jî ku daxuyaniya Osman Kavala îmze kiribûn jî daxuyaniya Amerîkayê ya li ser Twitterê retweet kiribûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE