"Daxuyaniyên keyfî û bilez ên YEyê bêtalihiyeke mezin e"

Berdevkê Wezareta Karên Derva Hami Aksoy:"Daxuyaniyên keyfî û bilez ên rayedarên YEyê yên bêyî ku rêzê nîşanî pêvajoya hiqûqî bidin, bêtalihiyeke mezin e"

"Daxuyaniyên keyfî û bilez ên YEyê bêtalihiyeke mezin e"

Berdevkê Wezareta Karên Derva Hami Aksoy der heqê gotinên Alîkarê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Frans Timmermans ên li ser encamên hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê da wiha got, "Daxuyaniyên keyfî û bilez ên rayedarên YEyê yên bêyî ku rêzê nîşanî pêvajoya hiqûqî bidin, bêtalihiyeke mezin e. Em bangî rayedarên YEyê dikin ku bira seba hewas û tercihên xwe yên siyasî, nirxên demokratîk û hiqûqî yên YEyê pêpes nekin."

Berdevk Aksoy bersiva nivîskî da pirsa ku li ser gotinên Timmermans ên der heqê encamên hilbijartina herêmî da ji Wezaretê hat kirin.

Aksoy got ku gotinên Timmermans ciyê xeyalşikestin û metelmayînê ne û wiha dewam kir, "Gelê Tirk bi beşdariyeke ku kêm caran tê dîtin çû ser sandoqan û ew yek dupat kir ku baweriya wan bi demokrasiyê tê. Peyama ku gelê me di sandoqê da da, dewamkirina îstiqrar û pêbaweriya Tirkiyeyê ye."

Aksoy wiha pê da çû:"Ligel vê yekê hin rayedarên YEyê bêyî ku li hin herêman hê encamên fermî nehatine ragihandin, bang dikin ku encamên li vê derê bên naskirin. Ev bangewazî wekî bangeke netê û bêtalih derbasî nava qeydan bûye. Di çarçoveya hiqûqî da divê meriv xwe li benda encamdana îtirazên li navçe, parêzgeh û Lijneya Bilind a Hilbijartinê bigire. Ji ber vê qasê jî gotinên navborî, nimûneyeke din a cotstandardiya YEyê ne. Daxuyaniyên keyfî û bilez ên rayedarên YEyê yên bêyî ku rêzê nîşanî pêvajoya hiqûqî bidin, bêtalihiyeke mezin e. Em bangî rayedarên YEyê dikin ku bira seba hewas û tercihên xwe yên siyasî, nirxên demokratîk û hiqûqî yên YEyê pêpes nekin."

Timmermans encamên hilbijartina herêmî ya Tirkiyeyê nirxandibû û bang kiribû ku rêgezên demokratîk bên bicihkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 16:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE