Daxuyaniyên Serok Erdogan

 "Ev der êdî vegeriya eslê xwe, mizgeft bû cardin bû mizgeft. Êdî wê hetahetayî wek mizgeft di xizmeta hemû însanan da be."

Daxuyaniyên Serok Erdogan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî nimêja înê ya li Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin ku piştî 86 salan ji îbadetê ra hat vekirin tirbeya Fatîh Siltan Mehmed Xan ziyaret kir.

Erdogan piştî serdanê daxuyanî da rojnamevanan.

Ji daxuyaniyên Erdogan:

 "Ev der êdî vegeriya eslê xwe, mizgeft bû cardin bû mizgeft. Êdî wê hetahetayî wek mizgeft di xizmeta hemû însanan da be."

 "(Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin) Wek mîrateyeke çandî ya hemû mirovahiyê dereke wisa ye ku însanên ji her dîn û baweriyê bên ziyaret bikin."

Serokomar Erdogan: "(Vekirina Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin) Îro 350 hezar kes beşdarî nimêja înê bûne."

"Ji vir û pê da Wezareta Çand û Turîzmê wê li derva û li hundir hin karên restorasyonê bike. Bi van xebatên restorasyonê înşellah Ayasofyaya me dê dirûvekî zehf cuda û watedar hilde."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE